02:02 18 Tebax 2017
Zindî
    Mihemmed Salim Cavlak

    Fermandarê artêşa azad ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 129 0 0

    Fermandarê artêşa azad Mihemmed Salim Cavlak ji hêla Artêşa Sûrî ve li Çiyayê Kurmênc hate kuştin.

    Lazkiye - Pêşveçûna artêşa Sûrî li Çiyayê Kurmênc berdewam dike. Her wiha balafirên Rûsyayê jî li herêmê bi ser çeperên El Nusra û artêşa azad de  bombeyan dibarîne.

    Piştî bombebaranê gelek çeperên artêşa azad xwe ji dest ê wan ket û di encamê de 24 endamên artêşa azad hatin kuştin û 32 jî birîndar in. Her wiha endamên artêşa azad ber bi sînorên Tirkiye ve direvin û endamên birîndar bi ambulansan ve dibin nexweşxaneyên Hatayê.

    Di pevçûnan de fermandarê artêşa azad Mihemmed Cavlak ku li Sûriyê rêberê Tevgera Îhvanê bû ji hêla artêşa Sûrî ve hate kuştin.

    Çiyayê Kurmênc nêzî 3 sal ewil ji destê artêşa Sûrî derketibû. Artêşa Sûri dixwaze ewil konrola Çiyayê Kurmênc hilgire destê xwe û dû re jê bajarê Idlîpê ji destê artêşa Fethê rizgar bike.

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Eger balafirirên tirk qada me îxlal bikin em ê lêxin'
    Medyaya Îsrayîlê: ‘Berjewendiya me û Rûsyayê ya hevbeş avakirina dewleteke kurdî ye'
    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Li Hewlêr bernameya tundîtiya li dijî jinan dest pê kir
    Li Rûsyayê qezaya helîkopterê: 15 mirî
    Etîketan:
    Artêşa Azad, Mihemmed Cavlak, Çiyayê Kurmênc
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de