18:37 20 Tebax 2017
Zindî
    ÎHD

    Malbatatên 6 polês û leşkerên destê PKKê de ne bang li meclisê kirin

    © Foto: www.ihddiyarbakir.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 54610

    Enqere — Li ser mijarê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Mazlûm-Derê, li Navenda Giştî ya ÎHDê civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHVê Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Ahmet Farûk Unsal, parlamentera CHPê ya Enqereyê Şenal Sarihan û malbatên polîs û leşkeran amade bûn.

    6 POLÊS Û LEŞKERÊN HATIN GIRTIN

    Di civînê de hat ragihandin ku polês Vedat Kaya yê di 24ê Tîrmehê de li rêya bejahî ya Amed-Çewlikê hat girtin, polês Sedat Yabalak ê di 28ê Tîrmehê de li rêya Amed-Çewlikê hat girtin, leşker Sedat Sorgûn ê di 13ê Tebaxê de li ser rêya Amed-Liceyê hat girtin, efser Semîh Ozbey ê di 18ê Îlonê de li ser rêya Dêrsim-Erzînganê hat girtin, leşker Muslîm Altûntaş û Adîl Kavak ên di 2ê Cotmehê de li ser rêya Dêrsim-Pulumurê hatin girtin, hînê serbest nehatine berdan.
    Turkdogan di daxuyaniya xwe ya li vir de ragihand ku ji bo serbestberdana leşker û polêsên hatine girtin, ‘agirbesteke zexmkirî' şert e û xwest Tirkiye tavilê li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegere. Turkdogan got: ‘Pêwîste dewlet dest ji pêla girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd berde û bi vî rengî îtibara saziya siyasetê têk nebe.'

    Turkdogan bibîr xist ku hikûmet ji ewlekariya welatiyên xwe berpirsyar e û xwest, ji bo serbestberdana van kesan, ya pêwîst bê kirin.

    Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Unsal jî diyar kir ku divê 'Pêvajoya Çareseriyê' tavilê ji nû ve destpê bike û şer bi dawî bibe.

    MALBAT: BILA ŞER BISEKINE

    Bavê efser Semîh Ozbey Gursel Ozbey, bavê polês Muslum Altintaş Şevket Altintaş û hevsera polês Sedat Yabalak Bûrcû Yabalak jî xwestin şer bi dawî bibe û xizmên wan tavilê serbest werin berdan. Malbatan her wiha xemsariya çapemeniyê ya li pêşberî rewşa wan rexne kirin û anîn ziman ku çapemenî wan tine dihesibîne.

    AKPÊ DAXWAZA HEVDÎTINÊ YA MALBATAN RED KIR

    Parêzvanên mafê mirovan û malbatan piştî civînê ji bo hevdîtina bi komên HDP û CHPê re çû meclîsê. Hat ragihandin ku malbatan xwestine bi koma AKPê re jî hevdîtinê bike, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin.

    Etîketan:
    PKK, Semîh Ozbey, Sedat Sorgûn, Sedat Yabalak, Vedat Kaya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de