18:28 20 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Îsrayilê

    Medyaya Îsrayîlê: ‘Berjewendiya me û Rûsyayê ya hevbeş avakirina dewleteke kurdî ye'

    © Flickr/ Ishai Parasol
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 168030

    Li gorî nûçeya BasNewsê ya ku zanyariyên xwe spartine îdiayeke Radyoya Îsraîlê Rûsya dixwaze di nava çareseriya pirsa Sûriyayê de li bakûrê wê jî dewletek kurdî hebe û ligel Herêma Kurdistanê yekîtiyekê ava bike.

    Navenda Nûçeyan — Radyoya Îsraîlê dibêje ku Rûsya dixwaze li bakûrê Sûriyayê, ango li Rojava dewleteke kurdî hebe û bi taybetî jî piştî xistina firokeya rûsî ev dawaz zêdetir derdikeve pêş. 

    Li gorî Radyoyê, Rûsya bi nehênî alîkariyê dide kurdên Sûriyayê û di nava wan de hevkariyek heye, herwiha dixwaze hemahengî û pêwendiya di navbera kurdan û rejîma Sûriyayê de jî baştir bibe.

    Rojnameya Mearîf a Îsraîlê jî di raporteke xwe ya hejmara 25ê Mijdarê de wiha dinivîse: ‘Tirkiye ji niha ve hay ji vê metirsiyê heye. Dizanin ku Rûsya li bakûrê Sûriyayê piştgiriyê dide dewleteke kurdî.'

    Li gorî Mearîfê, Rûsya dixwaze dewleta kurdî ya Rojava û Herêma Kurdistanê bigihêjin hev. Raporta Mearîfê gotinê tîne ser vê yekê: ‘Berjewendiya hevbeş a Rûsya û Îsraîlê ye ku dewleteke kurdî bê avakirin.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'
    Serokê PAKê: ‘Firsend heye ku kurd bibin aktorên berjewendiya xwe'
    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Piştî 14 rojan li Nisêbînê qedexe hate rakirin
    Selahattin Demirtaş dê here Waşîntonê
    Rêbaza diravşandina DAIŞê eşkere bû
    Etîketan:
    berjewendiya hevbeş, dewleta kurdî, Îsrayîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de