14:43 23 Tebax 2017
Zindî
    KCD

    Ji KCDê banga ji bo Nisêbînê

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 239 0 0

    KCDê bang li rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê.

    Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê di meriyetê de ne, bi dijwarî dewam dikin. Binçavkirin, girtin û dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên me, bombekirina mekanên pîroz ê gelê me û goristanên me ji aliyê balafirên şer ve, zerara madî û manewî ya di dema qedexeya derketina derve li gel hat kirin, em hemûyan weke provokasyoneke mezin dinirxînin.

    KCDê got: ‘Qedexeya derketina derve ya ku bi qasî pênc meh in dewam dike û bû sedem ku bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bibin, herî dawî 13 rojan li Nisêbînê hat meşandin û gel hat tecrîdkirin."

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku KCD ji bo dawîbûna êrişan û piştgirîdayîna gel, bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê re ketiye ser rêya Nisêbînê û ev bang hat kirin:

    ‘Ji bo piştgirî ji gelê li Nisêbînê re were dayîn û li dijî qedexeya derketina derve bê derketin, em dibêjin ku em li cem gelê xwe ne û bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, parêzvanên mafên mirovan, komên baweriyan û partiyên siyasî dikin ku bikevin nava hewldanên astengkirina operasyonan.'

    Bi heman mijarî:

    Heyeta ku ji KCD, HDP û DBPê pêk tê li Moskovayê hevdîtinan didomîne
    KCD: 'Eger ziman bê asimîlekirin, Quran jî dê asimîle bibe'
    Piştî 14 rojan li Nisêbînê qedexe hate rakirin
    Li Nisêbînê teqîn: Birîndar hene
    Li Nisêbînê qedexe û êriş di roja 10. de didome
    Li Nisêbînê qedexe di roja 8. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
    Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
    Etîketan:
    KCD, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de