11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    KCK: ‘Tirkiyeyê ji bo DAIŞê balafira Rûsyayê xist'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 151120

    Cemîl Bayik got: ‘Careke din hate dîtin ku dewleta tirk dixwaze DAIŞ û El Nûsrayê biparêzê.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik îro nivîsara xwe ya Azadayiya Welat de mijara xistina balafira Rûsyayê nivîsand.

    Bayik got: ‘Careke din hate dîtin ku dewleta tirk dixwaze DAIŞ û El Nûsrayê biparêzê. Sedema xistina balafira Rûsyayê îxlalkirina sînor nîne. Turkiye, bi vî awayî xwest ku balafirên Rûsyayê ku li dijî çeteyên Titkiyeyê operasyon pêk tîne ansteng bike. Her wiha bi provokasyonan dixwaze NATO û Rûsyayê bînê pêşberî hev.'

    Cemîl Bayik anî ziman ku alîkariya Tirkiyeyê ji bo DAIŞê ji hêla Wêzîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry bi xwe ve hat eşkerekirin. Bayîk got: ‘Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê digot wan hemû derî li ser DAIŞê girtine lê tenê sînorê Tirkiyeyê yê bi Cerablûsê ve yê 90 kîlometreyî maye. Ji vê zelaltir tiştekî din ku şirîkatiya DAIŞ û Tirkiyeyê raxe berçavan heye gelo'

    Bayik wiha got: ‘Divê DAIŞ hesabê qetilkirina 300 jin, zarok û sivîlê extiyar bide. Hêzên piştgirê wê jî divê bidin. Divê kuştina 300 mirovên li Kobanê here ber destê Dadgeha Sûcên Şer a Laheyê. Divê DAIŞ û piştgirên wê werin darizandin. Ji ber ku tevkujiyî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku çeteyeke faşîst a çekdar, sivîlên bê parastin qetil kirin. Ya rast ev tevkujiya ku xwîna mirovan dicemidîne û bi xwînsarî pêk hat baş di çapemeniya cîhanê de cih negirt. Li vir mîna tevahiya kuştiyên Amed, Pirsûs, Enqere, Libnan û Parîsê mirov hatin qetilkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    Cemîl Bayik: ‘HDP serkeftî ye'
    KCK: ‘Ji ber şerê li Xûrmatû em bi fikar in'
    KCKê Ji bo azadiya Ocalan bang kir
    KCK: ‘AKP wê şer girantir bike'
    KCKê biryara agirbestê rakir
    Etîketan:
    KCK, DAIŞ, Cemîl Bayik, Tirkiye, Rojava, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de