02:39 17 Tebax 2017
Zindî
    Serokê PAKê

    Serokê PAKê: ‘Firsend heye ku kurd bibin aktorên berjewendiya xwe'

    © Foto: Cesim İLHAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 230740

    Serokê PAKê Mustafa Ozçelik derbarê rojeva kurdan de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got ku bila dewleta tirk dev ji dijminatiya kurdên xwe jî, yên Rojava jî berde û riya çareseriyeke rasteqîn ji bo pirsgirêka kurdî veke.

    Amed — Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik derbarê rola Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn de wiha got: ‘Rûsya berê jî bi awayekî nerasterast li herêmê bû. Piştî ku bi awayekî rasterast hate Rojhilata Navîn helbet ku pêvajoyeke nû dest pê kir. Lê Rûsyayê zêdetir ji ber berjewendiyên xwe yên dewletî, ji bo parastina rejîma Esadî ev helwest girtiye. Herwiha li hemberî Amerîka û welatên rojavayî dixwaze ew jî wekî aktorekî esasî di nav vê pêvajoyê de be.'

    Serokê PAKê li ser siyaseta kurdan a li Rojhilata Navîn jî wiha got: ‘Em wekî kurd divê ji pencereya berjewendiyên welatê xwe û gelê xwe li meseleyê binêrin. Ji ber vê yekê jî, beriya her tiştî bi stratejiyeke kurdistanî divê yekgirtineke kurdistaniyan li her perçeyê Kurdistanê û di navbera her çar perçeyan de hebe. Em kurd li hev bin, em ê jî li gorî berjewendiyên xwe ji siyaseta dewletan faydeyê wergirin.' 

    Li gorî Ozçelik îro kurd, bi taybetî jî li Rojava ne li hev in û ev jî destê wan lawaz dike; lewre kî piştgiriya mafê azadî û statuya kurd û Kurdistanê bike divê kurd ligel wan peywendiyên xwe germtir bikin.

    Ozçelik siyaseta dewleta tirk a li hemberî kurdan jî şaş dibîne û dibêje: ‘Dewleta tirk li hemberî maf û azadiyên kurdan sekiniye; herwiha li hemberî kurdên Rojava jî helwesteke tund digire. Lê di vê siyaseta xwe de dê bi ser nekeve. Em careke din bangî dewleta tirk dikin ku bi hemû hêzên siyasî yên kurdan re riya çareseriyeke rasteqîn vekin û dijminatiya kurdên Rojava jî nekin.'

    Mustafa Ozçelik di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser siyaseta kurdan a navneteweyî û got: ‘Ev cara yekem e ku Rûsya û Amerîkayê di eynî wextê de li Rojava bi gelê kurd re pêwendî danîn. Ev jî firsendên mezin ji bo me tîne. Divê em ji vê yekê faydeyê wergirin.’ 

     

    Bi heman mijarî:

    Fransa: 'Divê li dijî DAIŞê destekê bidin Kurdan'
    Piştî 14 rojan li Nisêbînê qedexe hate rakirin
    Selahattin Demirtaş dê here Waşîntonê
    Rêbaza diravşandina DAIŞê eşkere bû
    Li Hewlêr bernameya tundîtiya li dijî jinan dest pê kir
    Li Rûsyayê qezaya helîkopterê: 15 mirî
    Pûtîn: 'Tirkiye bi zanebûn pêwendiyên me dixe rêya nehatinê' (Gav bi gav tê nûkirin)
    Etîketan:
    berjewendiyên Kurdistanê, berjewendiyên neteweyî, siyaset, kurdî, Kurdistan, Kurd, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Mustafa Ozçelik, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de