12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Li Bexdayê teqîn

    Li Iraqê di êrişan de 12 kes hatin kuştin û 42 kes jî birîndar bûn

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 676 0 0

    Di êrîşên bombeyî û çekdarî yên cuda li herêmên Iraqê de 12 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn.

    Nisêbîn
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Navenda Nûçeyan — Li herêma el-Yusufiyye ya başûrê Bexdayê de dema wesayîta dewriyeyê ya Haşdî Aşaîr derbas dibû bombeyeke ku bi dest hatibû çêkirin teqiya, di encama teqînê de 2 kes mirin 3 kes birîndar bûn.

    Her wîha li Besmaye, Raşîdiyye, Es-Salih, el-Verdiyye û Pira Diyala yên girêdayî Bexda di êrîşên bombeyî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn. Li herêma el-Medaîn a başûrê Bexda di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de 5 kes birîndar bûn. Li herêma Cemîle ya li rojhilatê Bexda wesayît ji aliyê kesên nehat zanîn kî ne hat gulebarankirin. Di gulebaranê de 2 kes mirin.

    Li bajarê Enbar ê li rojhilatê Bexda di encama êrîşa hewayî ya hêzên koalîsyonê de mescîda Zubeyr û xaniyên li derdorê zerar dîtin, 11 kes birîndar bûn.

    Di êrîşa bombeyî ya li rojhilatê Diyala de wezîfedarekî ewlekariyê hat kuştîn û kesek jî birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê teqîn: Birîndar hene
    Li Misrê di nava dadgeran de teqîn: 3 kuştî û 12 birîndar
    Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?
    Li Dêrsimê teqîn
    Li Wêranşarê teqîn
    Etîketan:
    DAIŞ, Bexda, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de