01:35 23 Hezîran 2018
PKK-Qendil

HPG: ‘7 leşkerên tirk hatine kuştin'

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

HPGê ragihand ku di çalakiyên li Çiyayê Gabarê û li Nisêbînê de 7 leşker hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Anfê HPGê got: ‘24ê Mijdarê saet di 11:00 de li hemberî leşkerên li girê Şerefiyê yê li qada Gabarê, hêzên me ji du baskên cuda ve çalakî pêk anîne. Li baskê yekemîn derbên bi bandor li leşkeran hat xistin û 2 leşker mirin. Li baskê 2. jî çeperek hedef hat girtin û 2 leşker hatin kuştin.'

Ji hêla din ve HPGê derbarê êrişa li Nisêbînê de jî daxuyanî da û ragihand ku ew êriş ji hêla hêzên YJA Starê ve hatiye kirin û wiha got: ‘23ê Mijdarê saet di 16:00 hêzên me yên YJA Starê, li hemberî qereqola Gurinê ya navçeya Nisêbînê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de leşkerek bi sûîqestê hat kuştin. Her wiha çepereke A4 bi derbên giran hat rûxandin û li vir jî 2 leşker hatin kuştin.'

Derbarê van mijaran de heta niha ji rayedarên tirk tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Bi heman mijarî:

HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da
HPGê nasnameyên 7 şervanên xwe eşkere kir
HPG: ‘Li Oremarê 6 leşker hatin kuştin'
HPG: ‘Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta tirk'
Leşkeran cenazeyên şarvanên HPGê şewitandin
HPG: ‘Em naxwazin ku Şengal ji axa Kurdistanê biqete'
Nasnameya 3 şervanên HPGê yên li Çiyayê Gabarê jiyanên xwe ji dest dane diyar bû
Etîketan:
YJA STAR, HPG
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de