17:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ednan Hesen

    Mala dayika min mala pirtûkan e...

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22101

    Mamosteyê zimanê kurdî Ednan Hesen ê ku di şerê Kobaniyê de 8 kes ji malbata wî hatine kuştin, da ku deriyê mala wan her tim li ser piştê be û însan herin werin mala xwe kir pirtûkxane.

    Omer Faruk Baran

    Kobanî — Şerê Kobaniyê bi xwe re bi hezaran trajedî çêkirin. Piraniya wan sivîl bi hezaran kes hatin kuştin, bi sed hezaran însan mecbûr man ku ji cih û warên xwe koç bikin. Yên ku piştî rizgarbûnê vegeriyan Kobaniyê niha bi bîranînên şehîdên Kobaniyê dixwazin jiyanê ji nû ve ava bikin. Yek ji wan mamoste Ednan Hesen e ku xwîşkên wî ji şok û tirsê nikarin têkevin malê û wî jî ew mal vegerandiye pirtûkxaneyekê. Ednan Hesen, serpêhatiya mala xwe û pirtûkxaneyê taybet ji bo Sputnik Kurdistanê vegot:

    ‘Mala me di warê xebatê  de li Kobanîyê baş  tê zanîn. Em şeş xort bûn, pênc keç bûn û em pênc kes mamosteyên zimanê kurdî bûn. Xwişka min a herî biçûk 20 salî ye, ew jî mamoste ye. Ji ber ku me di piraniya saziyên Kobaniyê de cih girt, hemû xebatkarên saziyê dihatin mala me û diçûn. Her kes me wekî ‘Mala Xebatkaran' nas dike. Em di nav xebatan de bûn; lê me mirin nedîtibû, pêşiyê di teqîna li Heyva Sor de bavê min şehîd ket. Paşê xwişka min Şirîn tev li refên YPJê bû, ew jî di şerî de şehîd ket.'

    ‘Dema ku Kobanî rizgar bû em bi malbatî vegeriyan Kobaniyê. Hemû malên li derdora mala me wêran bûbûn; lê tiştek li mala me nehatibû. Bi xêra diya min mala me careke din şên bû. Birayê min Rodî û mamosteya zimanê kurdî Perwîn Hemo zewicîn. Hê mehek derbas nebûbû di ser zewaca wan re DAIŞê komkujiya 25ê Hezîranê  pêk anî. Di vê mala ku min kiriye kitêbxane de 6 kes hatin kuştin.'

    'Dema komkujiyê ez li Amedê bûm, min li Navenda Çanda Cegerxwîn beşa wêjeyê dixwend. Du xwişkên min jî ji komkujiyê sax filitîn. Ew heta niha jî hê neketine vê mala ku min kiriye kitêbxane. Çinku şok derbas kirine, ditirsin, newêrin bikevin hundirê malê. Xeyala birayê min Rodî û hevjîna wî ew bû ku ew digel hev pirtûkxaneyeke kitêbên kurdî vekin. Him ji bo wan, him ji bo xwişk, dê û bavê xwe, min biryar da ku ez vê malê bikim kitêbxane da ku însan wekî berê herin û werin vê malê.'

    ‘Li vê malê însan dihatin diçûn, xwarin û vexwarina wan her tim hazir bû. Îcar ne ji bo xwarin û vexwarinê; lê dixwazim însan werin û kitêban bixwînin. Bi vî şeklî wê dîsa mêvanên dayika min a rehmetî hebin. Îcar ez dikarim bibêjim ku mala dayika min mala pirtûkan e. Niha nêzî hezar pirtûkî di pirtûkxaneyê de hene, bes hindik in. Bi taybetî ji kurdan ricaya me ew e ku kitêbên kurdî ji vê kitêbxaneyê re bişînin. Em dixwazin bêhtir li ser wêjeyê bisekinin. Kitêbên wêjeyî çiqas pirr bin ewqasî baş e. Çinku me komîteyek ava kiriye li vê kitêbxaneyê, di demeke nêzîk de em dê dest bi nivîsandina Çîrokên Berxwedana Kobaniyê bikin.'

    Bi heman mijarî:

    HDP: Xistina balafira rûsî ji pêş de hatiye plankirin
    Barzanî: Pêşmergeyê Rojava qehremaniya xwe îsbat kir
    Îran çemê kurdan bi ser kurdan de dimiçiqîne
    Piştî rizgarkirina Şengalê hovîtiya DAIŞê derkete holê
    Li bajar û navçeyên kurdan êriş û şer (gav bi gav tê nûkirin)
    Îran: ‘Ji bo Iraqê rê nedin Amerîkayê'
    SINE - Rojnameya ‘Dengê Kurdistan' dest bi weşanê kir
    Etîketan:
    pirtûkxane, pirtûk, Ednan Hesen, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de