17:25 23 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn: Hevkarê terorîstan em ji piştê ve xencerkirin(Gav bi gav tê nûkirin)

© Sputnik / Sergey Guneev
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 41

Îro berê sibehê jetên Tirkiyeyê balafireke leşkeri ya Rûsyayê li sînorê sûrî û Tirkiyeyê xist xwarê.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî li Soçiyê bi Qralê Urdunê Abdullah re hevdîtin pêk anî derbarê xistina balafira rûsî de daxuyaniyeke tund da.

Pûtîn got: ‘Wezîfedarên me canê xwe dixin riskê û li hemberî rêxistinên teror têkoşînê dikin. Tiştên ku îro pêk hatine xencerkirina hevparên teror ku ji pişta me lê xistine.'

‘Balafira me bi fuzeyê hat lêxistin'

Pûtîn got: ‘Balafira me ji hêla F16yek tirk ve di nav qada Sûrî de bi fuzeyan hat lêxistin. Balafir 4 km dûrî sînorê tirk hate xwarê. Ev bûyer navbera Rûsya û Tirkiyeyê de encamên gelek girîng derxin holê.'

21:34 — Kerry: ‘Heta lêpirsîna me xelas nebe em tu daxuyanî nadin'

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê xistina balafira Rûsyayê de ragihand ku heta lêpirsîna wan xelas nebe ew tu daxuyanî nadin.

Kerry beriya ku bi liderê Fîlîstînê Mahmût Ebbas re hevdîtin pêkbîne daxuyanî da û got: ‘Amerîka hêj agahiyan komdike. Tirkan daxuyanî dan lêbelê li Washingtonê her kes beriya daxuyanî dayînê dixwaze ku her tiştî bizanibe. Em dê daxuyaniya xwe piştî vê bidin.'

21:34 — Li Moskovayê li ber avahiya Konsolosa Tirkiyeyê çalakî
Li Moskovayê protestoya li ber avahiya Konsolosa Tirkiyeyê berdewam dike. Xwepêşandan destên xwe de  pankartaên ‘Em vê jibîr nakin', ‘Hevparên teroran wê bête tunekirin', ‘Tirkiye=Faşîzm' digirin.

Xwepêşandanekî ragihand ku provakasyoneke mezin e ku balafir li qada Sûriyê hatiye xistin û wiha got: ‘Provakasyoneke kereker hatiye amadekirin. Ev dibe ku xetayê leşkerên tirk be jî.'

20:14 — Hemû hedefên ku balafirên rusî tehdît dikin wê were lêxistin

Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku wê kruvazurekê bi navê ‘Moskova' bişînin lîmana Lazkiyeyê û bi vî awayî hemû hedefên ku balafirên rusî tehdît dikin wê were lêxistin.

Her wiha di Sererkaniya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafira SU-24 ya Rûsyayê bi tu awayî ji sînorê Tirkiyeyê derbas nebûye. Radarên li barageha Hmeymim nîşan didin ku balafira tirk sînorê qada hewayê ya Sûriyê îxlal kiriye.

20:12 — Pîlotê rûsî li hewayê bûye hedefa guleyan

Serarkaniya Rûsyayê ragihand ku dema pîlotekî wan dema li hewayê bûye ji erdê gulebaran kirine û bi vî awayî pîlot jiyana xwe ji dest daye.

20:10 — Rûsya: Bi Tirkiyeyê re hemû pêywendiyên leşkerî hate rawestandin

Sererkaniya Rûsyayê daxuyanî da û ragihand ku piştî balafira rûsî hatiye xistin 2 helîkopterên Mi-8 ji bo pîlotan çûne cihê herêmê. Di daxuyaniyê de hate piştrastkitin ku herdu helîkopter jî hatiye xistin, lê ekîba ku di helîkopteran de bûn karibîune bizivirin baregeha Hmeymimê.

Sererkaniya Rûsyayê ragihand ku wan bi Tirkiyê re hemû pêywendiyên leşkerî dane rawestandin.

18:43 — Kremlin: Em ji bo bersivdayînê amadekarî nakin lê wê hin encamên vê bûyerê hebin

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Rûsya ji bo bersivdayînê amadekarî nake lê wê hin encamên vê bûyerê hebin.

Peskov got: ‘Serokê Dewleta Rûsyayê di warê leşkerî de negotiye go ev wiha namîne. Lê ev çalakiyên ku ji hêla tirk ve hatiye kirin wiha namîne ‘u wê hin encamên wê habin.'

Peskov derbarê betalkirina hevdîtina Pûtîn û Erdogan ku di 15yê Berfanbarê de wê pêk bihata de axivî û got: ‘Hin derbarê vê mijarê de tu biryar nehat hilanîn. Pêkhatina vê havdîtinê girêdayê çend faktoran e.'

18:20 — Civîna NATOyê dest pê  kir
Civîna NATOyê ku li ser daxwaza Tirkiyeyê tê lidarxistin di saet 18:00an de dest pê kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê  Stoltenberg û nûnerên dewletên endam beşdarî civînê bûn. Di civînê de Tirkiye derbarê xistina balafirê de wê dewletên endam agahdar bike.

18:05 — Rûsyayê hişyarî da Tirkiyeyê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan  gazî Balyozê Tirkiyeyê ya Moskovayê kirine û bi vî awayî notaya prostestoyî daye Tirkiyeyê.

17:57 — Amerîka: ‘Ev mijar navbera Rûsya û Tirkiyê de ye'

Berdevkê Koalîsyona li dijî DAIŞê kû Amerîka pêşengiya wê dike Steve Warren, ji Bexdayê daxuyanî da çapemeniyê û got: ‘Ev mijar navbera hikumetên Rûsya û Tirkiyeyê de ne. Me (koalîsyonê) eleqeder nake.'

Warren got: ‘Operasyonên me yên li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyê didomin. Herwiha Warren daxuyaniya ‘Pîlotên rûsî 10 car hatine hişyar kirin lê tu bersiv nedane.' teyît kir. Lê nediyar e ku ev tespît yê Amerîkayê ye an daxuyaniya Tirkiyê ye.

17.45 — Qadirov: Tirkiye dê poşman bibe

Serokê Çeçenîstanê ku bi Federasyona Rûsyayê ve girêdayî ye Remezan Qadirov di hisabê xwe yê Instagramê de ragihand ku, ez bawerim dê Tirkiye bi xistina balafira rûsî poşman bibe. Kesên ku her daîm behsa hevkarî û dostaniyê dikin nikarin tiştekî wiha xayîntî bikin.

Турецкий военный самолёт ракетой "воздух-воздух" сбил в небе над Сирией российский бомбардировщик. Он выполнял боевое задание по борьбе против террористов. Президент России Владимир Путин назвал случившееся "ударом в спину". "Это трагическое событие будет иметь серьезные последствия для российско-турецких отношений. Мы всегда относились к Турции как не просто к близкому соседу, а как к дружественному государству Более того, турецкие власти вместо того, чтобы искать пути объясниться с руководством России, немедленно обратилось в НАТО", подчеркнул Президент России. Я понимаю и чётко осознаю, что в нынешних условиях у Президента России, Верховного Главнокомандующего ВС РФ Владимира Путина исключительно много работы по решению экономических, социальных проблем, задач обеспечения безопасности и стабильности перед лицом возрастающих угроз международного терроризма. Поэтому считаю своим долгом заявить, что лично я, Чеченская Республика, весь чеченский народ готовы выполнить поручение и приказ любой сложности. Для этого у нас есть воля, решимость, прекрасно подготовленные силы и тысячи добровольцев! Мы всегда ждём приказа! Вы убедитесь, как его выполняют истинные патриоты России! Я нисколько не сомневаюсь, что Турция очень долго будет сожалеть о содеянном. Так коварно не поступают те, кто при каждом случае говорит о дружбе и сотрудничестве! #Кадыров #Путин #Россия #Чечня #Турция

Аллах Велик!!! (@kadyrov_95) tarafından paylaşılan bir fotoğraf (24 Kas 2015, 06:41 PST)

17.35 — Kiliçdaroglu: Ez bûyerên ku li sînor qewimîn bi xemî dişopînim

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê bûyera xistina balafirê di hisabê xwe yê Twitterê de daxuyaniyek da û got, ez bûyerên ku li sînor qewimîn bi xemî û baldarî dişopînim.

17.25 — Sûriye: Ev sûcekî piştgiriya terorîzmê ye

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Îmran Zuabî derbarê xistina balafira rûsî de axivî û got, ev bûyer sûcekî piştgiriya hêzên terorîst e. Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar ji bo ku Serokê Sûriyeyê ji wezîfeyê dûr bixin piştgiriyê didin serhildêran.

17.20 — Mogherînî: Divê em bi eqlê selîm tevbigerin

Nûnera Bilind a Polîtikayên Ewlehî ya Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherînî piştî xistina balafira rûsî di hisabê xwe yê Twitterê de ragihand ku, vê sibehê min bi Sekreterê NATOyê re hevdîtinek kir û got, divê em bi eqlê selîmtiyê tevbigerin.

17.10 — Li Rûsyayê li ser Twitterê tagên #Em ji pişta xwe ve hatin xencerkirin belav dibin

Piştî daxuyaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, li Rûsyayê li ser Twitterê tagên #Em ji pişta xwe ve hatin xencerkirin belav dibin. Ev tag li Rûsyayê kete nava tagên herî zêde belav kirî.

17.00 — Nûnerê Rûsyayê yê daîm li NATOyê serdana xwe ya Brîtanya betal kir

Nûnerê Rûsyayê yê daîm li NATOyê Aleksandr Gruşko ragihand, ji bo civîna NATOyê ya awerte min serdana xwe ya Brîtanyayê betal kir.

16.55 — Pûtîn: Balafira me bi terorîstan re şer dikir

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Soçiyê di hevdîtina Qral Abdullah de ragihand ku balafira me bi terorîstan re şer dikir.

16.45 — Lavrov: Min serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, li gorî planê sibê min serdanê Tirkiyeyê dikir û min ev serdan betal kir û ez ji vir bangî hemwelatiyên rûsî dikim ku li Tirkiyeyê negerin. Metirsiya terorê ya Tirkiyeyê ne kêmî ya Misrê ye.

16.35 — Mironov: Ev bûyereke dostane nîn bû

Serokê Partiya Dadmend ya Rûsyayê Sergey Mîronov diyarkir ku, di bûyera balafirê de helwesta Tirkiyeyê ne dostane bû.

Mîronov di berdewamiya axaftina xwe de got, di vê dewrê de ev bûyerên wiha dê derbeyek mezin li tekoşîna dijî terorîzmê bide. Bê şik em ê ji vê helwesta ne dostane ji bo xwe dersan derxin.

16.25 — Welatiyên Rûsyayê bêhnvedanên xwe yên Tirkiyeyê betal dikin

Yek ji sazumana gerê ya Rûsyayê Natalie Toursê, piştî lêxistina balafira rûsî biryar da ku bilêtên gera Tirkiyeyê bes bifroşin.

16.15 — Puşkov: Ev bûyer dê bandorê li têkiliyên tirk û Rûsyayê bikin

Serokê Lijneya Têkiliyên Derve yên Dumaya Rûsyayê Aleksey Puşkov ragihand ku, bûyera lêxistina balafirê dê bandore cidî li têkiliyên tirk û Rûsyayê bike.

Puşkov ji ajansa nûçeyan ya RİA Novostiyê re axivî û got, heşwesta Tirkiyeyê ya dijminane dê bandoreke mezin li têkiliyan bike. Serokê Rûsyayê di axaftina xwe de bal kişand ser vê mijarê û nişana vê da.

16.00 — Donald Tusk: Divê em bi xwînsarî tevbigerin

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk derbarê mijara xistina balafirê di hisabê xwe yê Twitterê de daxuyaniyek da û got, piştî xistina balafira rûsî di van deqîqeyên talûke de divê em xwînsar û sekan bin.

 15.35 — Rûsya: Balafira me qada Tirkiyeyê îhlal nekir

Medyaya Rûsyayê ragihand, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, li gorî analîzên me balafirê qada hewayî ya Tirkiyeyê îhlal nekir. Balafirê piştî operasyonên terorê vedigeriya baregeha xwe ya Hmeymimê û ji terefê balafira F-16ya Tirkiyeyê ve hat xistin.

 15.20 — Davutoglu: Çi hewce bike em ê bikin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu daxuyand ku, ji bo ewlehiya welatê me çi hewce bike em ê bikin û bila haya hemû cihanê jî ji vê hebe. Ji bo ewlehiya sînorê me û ji bo şeref û jiyana hemwelatiyên me hewceyî bi çi fedekariyê hebe em ê bikin û tedbîrên xwe bistînin. Mafê me heye ku em her tedbîrê bigrin.

15.10 — Li sînorê Sûriyeyê li herêma tirkmenan du cîsmên şewitî ketin

Tîmên DHA yên li herêmê ragihandin ku li sînorê Sûriyeyê li herêma tirkmenan du cîsmên şewitî ketin.

Qral Abdullah û Vladimir Pûtîn
© Sputnik / Alexei Nikolsky
Qral Abdullah û Vladimir Pûtîn

15.00 — Pûtîn: Em ji pişte ve hatin xencerkirin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn di hevdîtina xwe ya digel Qralê Urdunê Abdullah de ragihand ku, dê Rûsya û Urdun di tekoşîna dijî terorê de wê hêza xwe bikin yek. Her wiha Qralê Urdunê jî derbarê ketina balafirê de sersaxî da Pûtin.

Her wiha Serokê Rûsyayê derbarê lêxistina balafira rûsî de got, me ji pişta xwe xencer xwar. Balafira ku hat xistin li dijî DAIŞê wezîfe dikir û balafir 4 kîlometro dûrî sînorê Tirkiyeyê bû. Ev xistina balafirê dê bandore mezin li têkiliyên me û Tirkiyeyê bike. Tirkiye ji bo me ne tenê wekî cîranekî bû dostekî me nêzîk bû jî.

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got, Tirkiyeyê piştî balafira me avêt li şûna ku bi me re pêwendiyê deyne, serî li NATOyê da.

Em dizanin petrola terorîstan ji Tirkiyeyê re diçe

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe ragihand ku, ev demeke dirêjê ku em dizanin petrola destê hêzên terorîst derbasî Tirkiyeyê dibe û ji vê firotanê jî pereyekî mezin dikeve destê terorîstan.

14.50 — Dîmênên balafira rûsî yên nû hatin weşandin

Dîmênên nû yên balafira rûsî ku ji hêla Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hat xistin hatin weşandin

14.40 — Amerîka: Bi ketina balafirê re tu eleqeya me tuneye

Berpirsekî Amerîkayê ragihand ku, di ketina balafira rûsî de tu rol û eleqeya Amerîkayê tuneye.

14.35 — Kremlîn: Em li benda agahiyên berpirsên leşkeri bin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov daxuyand ku, hetanî niha ji Wezareta Parastina Rûsyayê tu daxuyanî nehatiye dayîn. Divê em li benda agahiyên berpirsên leşkeri bin.

14.30 — Enqereyê bangî rawejkarê Rûsyayê kir

Ajansa nûçeyan RİA Novostiyê ragihand ku, Enqereyê bangî rawejkarê balyozê Rûsyayê kir.

Berdevkê çapemeniyê yê balyozxaneya Rûsyayê İgor Mityakov ji ajansa nûçeyan ya RİA Novosytiyê re ragihand ku, rawejkarê balyozxaneyê me Sergey Panov çû Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, lê derbarê naveroka mijarê de em nikarin tiştekî bêjin.

14.25 — NY: Xistina balafira rûsî, dibe astengiyan ji tekoşîna dijî DAIŞê re çêbike

Dîrektorê Beşa Ragihandinê ya Neteweyên Yekbûyî Ahmed Fewzî ragihand ku, xistina balafira rûsî dibe astengiya ji tekoşîna dijî DAIŞê re çêbike. Min daxuyaniyên herdu dewletan jî derbarê bûyera lêxistina balafirê dîtin û ev mijarê bêtir tevlî hev dike.

14.20 — Nûnerê NATOyê: Pêwendiya me bi Tirkiyeyê re didome

Nûnerê NATOyê Carmen Romero ragihand ku, ji bo vê mijara girîng pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re didomin û em derbarê lêxistina balafirê de agahiyan didin mitefiqan. Li ser daxwaza Enqereyê pêwendî didome û NATO mijarê ji nêz ve dişopîne.

14.15 — Komara çekî Tirkiyeyê rexne kir

Li gorî medyaya Rûsyayê Serokomarê Çekê Miloş Zeman derbarê bûyera lêxistina balafira rûsî de gotiye, ev ji kengî ve şik heye ku Tirkiye bi DAIŞê re hevkariyê dike. Ev çalekiyeke radîkal e û tirk rewşê aloz dikin.

14.10 — YE: Em hewl didin ku mijarê fêr bibin

Her wiha ji Yekîtiya Ewropayê jî daxuyaniyek hat dayîn. YEyê di daxuyaniya xwe de dibêje ‘em hewl didin ku mijarê hîn bibin, û em bûyerê ji nêz ve dişopînin.'

14.00 — Ev cara yekem e ku endamêkî NATOyê li balafira rûsî dixe

Li gorî ajansa Reutersê ji salên 1950 û vir ve cara yekem e ku dewleteke endamê NATOyê li balafira rûsî an jî li ya Yekîtiya Sovyetê dixe. NATO di sala 1949an de hatibû avakirin.

13.55 — NATO bi awerteyî dicive

Ajansa navendî a nûçeyan ya DPAya Almanyayê ragihand ku sefîrên NATOyê saet li 18.00an de bi awayê awerte dicivin.

13.45 — Tirkiyeyê ji bo civîna awarte bangî NATOyê kir

Li gorî nûçeya AFPê dewleta Tirkiyeyê ji bo civîna awarte bangî NATOyê kir.

13.40 — Brîtanya: Em mijarê dişopînin

Berpirsekî Wezareta Derve ya Brîtanyayê ji ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, xistina balefira rûsî ji terefê Tirkiyeyê ve mijareke girîng e. Em mijarê ji nêzîk ve dişopînin û em dixwazin bûyerê baş fêr bibin.

13.00 — NATO: Em bi baldarî temaşe dikin

Derbarê xistina balafira SU-24a rûsî ji NATOyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ‘NATO bi baldarî mijarê dişopî ne' û em bi rayedarên Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne.'

12.45 — Sererkanî analîzek parvekir

Sererkaniya Tirkiyeyê, derbarê mijara ketina balafira ku li sînorê Sûriyeyê de ket analîza şopa balafirê parvekir.

Sererkaniya Tirkiyeyê analîza şopa balafira ketî parvekir
© Foto : AA
Sererkaniya Tirkiyeyê analîza şopa balafira ketî parvekir

12.35 — Kremlîn: Bûyereke cidiye lê ji bo gihiştina encamêkê hê zû we

Piştî bûyara ketina balafirê ji Kremlînê daxuyaniyek hat dayîn. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ketina balafira SU-24 ya rûsî wekî bûyereke girîng bi nav kir û got, hetanî tevahiya bûyerê dernekeve holê ji bo axaftinê hê zû we û em dizanin balafira me qada hewayî ya Tirkiyeyê îhlal nekiriye.

Heke civîna Lijneya Ewlehiyê were kirin em ê agahiyan bidin

Her wiha Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got, li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de derketine dibêjin Pûtîn, bi lez Lijneya Ewlehiyê civand ne rast e û çapemeniya Tirkiyeyê nizane di kîjan şert û mercan de Pûtîn Lijneya Ewlehiyê dicivîne. Heke derbarê mijarê de civîn were kirin em ê we agahdar bikin.

Dibe ku Pûtîn derbarê balafirê de daxuyaniyekê bide

Peskov di axaftina xwe de got,dibe îro Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî hevdîtina bi Qralê Urdunê Abdullah re daxuyaniyeke çapemenî bide. Di civînê de ev dê ji Pûtîn bê kirin û ew jî dê bersivê bide.

12.20 — Kuştina pîlot ne rast derket

Hatibû îdia kirin ku yek ji pîlotan ketiye destê hêzên muxalif û derbarê vê de jî vîdyoyek hatibû weşandin. Lê derket holê ku ew vîdyo di 13ê Îlonê de hatiye kişandin.

12.00 — Helîkopter li cihê bûyerê ne

Li gorî dîmênên DHAyê ku ji cihê bûyerê girtine, ji komek kesê nenas dengê tekbîran tê. Her wiha di dîmênan de tê xuyakirin ku du helîkopter li cihê bûyerê lêgerînê dikin.

Bu video Adobe Flash Player'ın son sürümünü gerektirmektedir.

Adobe Flash Player'ın son sürümünü indirin.

11.45 — NATO ji bo balafira hat xistin dê daxuyaniyê bide

Hat ragihandin ku NATO dê ji bo balafira ku li sînorê sûrî hat xistin dê daxuyaniyekê bide. Berpirsekî NATOyê ji ajansa RİA Novostiyê axivî û got, NATO di demeke kin dê derbarê Balafirê de daxuyaniyekê bide. Her wiha Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu derbarê bûyerê de ji bo agahdar kirina NATO û Neteweyên Yekbûyî talimat dabû rayedaran.

11.30 — Du balafir nêz bûn, me yek avêt

Li gorî ajansa Reutersê ku dispêre berpirsekî Tirkiyeyê û radigihîne, du balafir nêzî sînor dibin berî ku sînor îhlal bikin tên hişyar kirin lê digel hişyariyan jî venagerin û li gorî zanyariyên destê me qada hewayî ya Tirkiyeyê çend caram îhlal dikin û ev îhlal bi zanîn hat kirin.

11.10 — Sererkanî: Balafir 10 caran hat hişyar kirin

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Tirkiyeyê, li herêma Hatayê balafira ku qada hewayî îhlal kir di nava 5 deqîqeyan de 10 caran hat hişyar kirin. Lê balafirê guh neda hişyarîyen me û me jî li gorî çarçoveya qaîdeyên angajmanê bi balafirên F-16 mudaxale kir.

11.05 — Rûsya: Balafira me li erde hat xistin

 Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku, balafira SU-24 dema 6 hezar metro li jor bû ji erdê hat xistin. Balafirê qada hewayî ya Tirkiyeyê îhlal nekiriye û em karin vê îspat bikin.

 Çavkaniyên Serokomariyê destnîşan kirin ku balafira ku qada hewayî îhlal kir û guh neda hişyariyên me, li gorî çarçoveya qaîdeyên angajmanê me balafir xist. Li gorî çavkaniyan balafira ku hatiye xistin modela SU-24 ya rûsî ye. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bûyer serast kir û got îdiayên ku balafirê qada hewayî ya Tirkiyeyê îhlal kiriye ne rast in.

 Serokomar Recep Teyîp Erdogan jî bûyera ketina balafirê ji nêz ve şopand û derbarê mijarê de agahî ji Sererkan Hulusi Akar girtin.

Perçeyên balafira ketî li Yayladagiya Hatayê du kes birîndar kirin.

Helîkopter li cihê bûyerê ne
Li gorî dîmênên DHAyê ku ji cihê bûyerê girtine, ji komek kesê nenas dengê tekbîran tê. Her wiha di dîmênan de tê xuyakirin ku du helîkopter li cihê bûyerê lêgerînê dikin.

10.55 — Tê îdia kirin ku pîlotek ketiye destê tirkmenan

Li gorî nûçeya CNN Turkê ku dispêre çavkaniyên herêmî îdia kir ku yek ji pîlotên balafirê ketiye destê hêzên tirkmen.

10.45 — Bûyerên ku ji sibehê ve qewimîn wiha ne:

Balafireke leşkeri li gundê Yamadira navçeya Yayladagiya Hatayê bi sedema qada hewayî îhlal kir ji terefê jetên Tirkiyeyê ve hat xistin.

Li gorî ajansa Reutersê ku dispêre berpirsekî leşkeri yê Tirkiyeyê, balafira ku hat xistin ji terefê jetên F-16 yên Tirkiyeyê ve hat xistin. Lê berpirsyarê leşkeri negot ka ev balafira ku hatiye xistin aydî kîjan welatî ye.

Li gorî nûçegihanê Haberturkê Murat Karatas ku ji heremê radigihîne, berê sibehê me amadehiya nûçeyên herêma tirkmanan dikir, ji nişkê ve balafirek li ser serê me wekî alavê agir girtê û paşî li erde ket.

Dîmênên ketina balafirê jî hatin parvekirin. Di dîmênan de jî tê dîtin ku agir digire balafirê û paşî li erde dikeve.

10.35 — Davutoglu agahî standin

Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bûyera ketina balafira li sînorê Sûriyeyê ket bi Sererkan Hulusi Akar û bi Wezîrê Derve ya Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu re hevdîtinekê dike. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya Serokwezîrtiyê, Davutoglu daxwaz kiriye ku bi NATO, Neteweyên Yekbûyî û bi dewletên eleqedar re pêwendî werin dayîn.

10.20 — Dibe balafir ya sûrî an jî ya Rûsyayê be

Ji aliye din ve li gorî nûçeya CNN Turkê balafira ku ketiye ya şerî ye û ji terefê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hat xistin û ev balafira ku hat xistin dibe ya sûrî an jî ya Rûsyayê be.

 Hat ragihandin pîlotan dema agir girtiye balafirê xwe bi pareşûtan xelas kirine.

10.05 — Dema xwe avêtina pîlotan jî kete kamerayê

Dîmênên ketina balafirê hatin parvekirin. Di dîmênan de dema agir girtina balafirê û ketina wê erde tê dîtin.

 

Bi heman mijarî:

Balafirên rûsî li Sûriyeyê 472 hedef îmha kirin
Zaxarova: Hê em nizanin kê balafir xistiye
Rûsya: Divê pêşgiriya ewlehî ya balafirxanan û baregehên atomî were girtin
Ji sedî 90 em bawerin ku balafira rûsî bi bombeyekê hat avêtin
‘Di sindoqa agahiyan a balafira Rûsyayê de dengê teqînan nîn e'
Etîketan:
Haberturk, CNN, Murat Karatas, Tirkiye, Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de