14:04 26 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş li hember hewldana sûîqestê gilî kir

    © AFP 2017/ STRINGER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê hewldana sûîqestê ya li hember xwe gilî kir.

    Amed — Demirtaş di daxwaznameya xwe de diyar kir ku kesên nasnameya wan nediyar sûcê ‘Hewldana bi qestî kuştina mirovan' kirine.

    Demirtaş di daxwaznameya da Serdozgeriya Komarê ya Amedê ev xisûs hat diyarkirin:

    Di daxwaznameyê de derbarê polîtîkayên cezanekirina sûcên li dijî HDPê jî ku hat destnîşankirin, êrişa li Farqînê ya li dijî Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag hat bibîrxistin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: ‘Di her du bûyeran de jî êrîşên li hember Hevserokên Giştî yên HDPê dişibin hev, ev bi awayekî pir zelal jî tê dîtin. Pir eşkere ye ku jiyana Hevserokên Giştî yên HDPê tên hedefgirtin.'

    'EM GUH NADIN DAXUYANIYA WALÎTIYÊ'

    Di daxwaznameyê de derbarê daxuyaniya Walîtiyê jî wiha hat gotin: ‘Di bûyera dawî de daxuyaniya ku li hember Demirtaş êriş pêk nehatiye ji aliyê Walîtiyê bi awayekî seranser hatiye kirin.'

    Di berdewama daxwaznameyê de ev xisûs hat diyarkirin: ‘Di mijarek wiha girîng de em daxuyaniya Walîtiyê wek nixumandina sûc û li hember îdîayek wek sûîqestê jî ne cîdî dinirxînin.'

    Di daxwaznameya gilî de hat xwestin ku kesên hewl dane sûîqestê pêk bînin bên tespîtkirin û derheqê wan de doza raya giştî bê vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Baluken: ‘Erdogan û AKPê, Demîrtaş hedef nîşan dan'
    Li hemberî Demîrtaş hewldana sûîqastê
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demirtaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de