11:41 21 Îlon 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Tirkiya ji NY: Bila dosyeya tirkmenên Sûriyayê li Civata Ewlehiyê were gotebêjkirin

    © REUTERS/ Ümik Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Tirkiye ji NY daxwaza civîneke awarte ya Civata Ewlehiyê ya Navneteweyî daxwaz dike ku êrîşa firokeyên rûsî yên li ser navçeyên tirkmanên Sûriyayê were gotebêjkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê zanyariyên xwe spartine çavkaniyeke ofîsa Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu, hikûmeta Tirkiyayê dosyeya tirkmanên Sûriyayê di gotebêjên xwe yên ligel Amerîka û Rûsyeyê de anîne rojevê.

    Herwiha Tirkiyayê bi vê mebestê nameyek ji Brîtanyaya ku Seroka Civata Ewlehiyê ya Navneteweyî ye re şandiye û tê de daxwaza civîneke awarte jê kiriye.

    Li gorî berpirsên Tirkiyayê di encama êrîşa firokeyên rûsî de tirkmenên Sûriyayê ji navçeyên xwe reviyane û ji bo jiyanên xwe di nava metirsiyê de ne.

    Herwiha hefteya borî rêvebiriya Enqereyê ji balyozê Rûsyayê re ev metirsiyên xwe parve kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - AKPê bangî Zana kir: Sond bixwe û enerjiya xwe ji bo çareseriyê serf bike
    Barzanî: 'Min cara êwil dît ku dayîkek ji bo Kurdan rondik rijand'
    Wikileaks: Erebistana Siûdî destekê dide hemû terorîstên sunî-mezheb
    Pûtîn: Hêza Rûsyayê ji bo hemû projeyên xazê ku bi cih bîne heye
    Li Şaxê 4 kes hatin binçavkirin
    Moskova, ji bo Îranê dest bi sewqiyata moşekên S-300 kir
    Etîketan:
    tirkmanên Sûriyayê, tirkman, Civata Ewlehiyê ya Navneteweyî, Reuters, NY, Ahmet Davutoglu, Tirkiya, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de