11:36 21 Îlon 2017
Zindî
    leyla zana

    TAYBET - AKPê bangî Zana kir: Sond bixwe û enerjiya xwe ji bo çareseriyê serf bike

    © Foto: AFP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 461 0 0

    Leyla Zana di Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de li şûna peyva ‘gelê tirk' ji bo ku ‘gelê Tirkiyeyê' got rastî nîqaşan hat.

    Navenda Nûçeyan — Derbarê sondxwarina Leyla Zana de Cîgirê Serokê AKPê Ayhan Sefer Ustun ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got, Zana zêde bal kişand bes e, bila were sond bixwe û enerjiya xwe ji bo pêvajoya çareseriyê serf bike.

    Ayhan Sefer Ustun di axaftina xwe de bal kişand ser xebata Zana û got, Leyla Zana ji bo pirsgirêka çareseriya kurd emre xwe da û ez bawerim ji îro şûnde jî dê ked û xebatê bide û ez siyasetmedarên wekî Zana teqdîr dikim. Divê vê enerjiya xwe ji bo çareseriyê serf bike. Bi taktîkên 25 sal berê ev pirsgirêk çareser nabe.

    Em jî ji metnê sondê ne razî ne

    Ustun di berdewamiya axaftina xwe de got, em jî ji dirêjahî û naveroka metnê ne razî ne. Çareseriya vê jî bi guherandina make zagoneke nû dibe. Sonda niha ev e. Ez ne bawerim parlamenteriya wê hilweşe, lê wekîltiya wê nekeve jî nikare tevlî xebatên meclîsê bibe û ev jî dibe kêmasiyek. Em dixwazin Zana derkeve kûrsî û biaxive.

    Divê HDP Zana qanih bike

    Ustun di dawiya axaftina xwe de got, divê HDP di mijara sond xwarinê de Zana qanih bike. Zana zêde bal kişand û gerek were sond bixwe û tevlî xebatên Parlamentoyê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDPê: Divê Leyla Zana rojevê wiha meşxûl neke
    Leyla Zanayê dîsa bi kurdî dest bi sondê kir
    Îbrahîm Xelîl Baran: 'Leyla Ka?'
    Leyla Bîrlîk: "Hacî Bîrlîk bi birîndarî girtin û piştre înfaz kirin"
    Etîketan:
    AKP, HDP, Ayhan Sefer Ustun, Leyla Zana, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de