15:59 20 Îlon 2017
Zindî
    Li Nisêbînê qedexe di roja 11. de ye

    Li bajarên kurdan êriş, dorpêçkirin û qedexe didome

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 106810

    Li Farqînê kesekî jiyana xwe ji dest da.

    21:30 — Hat ragihandin ku li Farqînê piştî ku 2 wesayîtên welatiyên sivîl hate gulebarankirin, ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

    Dîhayê ragihand ku 2 wesayîtên sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatiye gulebarankirin piştî bûyerê demekê dirêj polêsan nehiştine ku welatî nêzikê wesayîtan bibin.

    Herwiha li gorî nûçeya Dîhayê navê ciwanê birîndar bûyî Yakup Mucde (17) ye.

    Ji hêla din ve hate zanîn ku li navçeyê 3 welatî jî ji hêla polêsan ve hatine binçavkirin û navên wêlatiyên binçavkirî Orhan Bilekçier (23), Mansur Kuzu(25) ve Cihan Aktar(28) ye.

    20:30 — Hat ragihandin ku polsêsê bi navê S.T. jiyana xwe ji dest daye.

    Ji 2 polêsên ku li Siwêrekê birîndar bibûn, polêsê bi navê S.T. jiyana xwe ji dest da.

    Hat zanîn ku polêsê birîndar yê din jî sewqî Rihayê kirine.

    19:20 —Li Dersimê bi piştgiriya hewayî operasyona leşkerî berdewam dike.

    Dîhayê ragihand ku li herêma çiyayên Munzur û Pulurê, herêma Kirkmerdiven a Dersimê operasyona leşkerî ya ku bi piştgiriya hewayî hatibû destpêkirin didome.

    Serê sibehê gelek wesayîtên zirxî ve leşker sewqî herêma operasyonê hatin kirin û li herêmê tevgera hewayî didome.

    19:15 —Li Siwêrekê şer

    Hat ragihandin ku di saetên êvarê de li navçeya Siwêrekê li dijî wesayîta polêsan êriş pêk hat.

    Li gorî agahiyên berdest wesayîta polêsan ji du aliyan ve hatiye gulebarankirin.

    Çapemeniya tirk ragihand ku di encama êrişê de 2 polês birîndar bûne.

    18:50 —Li Farqînê wesayîta sivîl hat gulebarankirin: Kuştî û birîndar hene

    Dîhayê ragihand ku Li Farqînê wesayîta ku welatiyê sivîl tê de bûn hatiye gulebarankirin û gelek kuştî birîndar hene.

    Li gorî nûçeya Dîhayê li taxa Bahçelirvler a Farqînê wesayîta ku welatiyên sivîl tê de b3u hatiye gulebarankirin.

    Hat ragihandin ku polês gihiştiye cihê bûyerê.

    Derbarê xwediyê wesayîtê de tu agahî bi dest neket. 

    18:00 —Çapemeniya tirk ragihand ku li Nisêbînê li dijî qereqola leşkeran êrişeke çekdarî pêk hatiye..
    Li gorî agahiyên çapemeniya tirk hat gotin ku li navçeyê şerekî dijwar qewimiye û dengên çekan bilind dibe.

    14:00 — Derbarê mirî an birîndaran de tu agahî bi dest neket.

    Li Nisêbînê rewş çiqas diçe dijwartir dibe.

    Îro gelê Cizîrê xwestin ku bi hawara gelê Nisêbînê biçin navçeyê lê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin.

    Li gelek taxên navçeyê ceyran, av û telefon hatine qutkirin û heta vê demê 7 welatiyên sivîl jî ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin.

    Ji hêla din ve greva parlementeran jî didpome. Parlementerên HDPê Gulser Yildirim, Alî Atalan, Mithat Sancar û Erol Dora li dijî êriş, dorpêçkirin û kuştinan gireva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Greva di roja 5. de didome.

    BÎLANÇOYA 10 ROJAN

    Roja Yekemîn:

    Di 13ê Mijdarê ji saet 21:00 û pê ve derketina derve hat qedexekirin. Bi vê yekê re dewleta tirk hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî veguhast taxan. Ji bilî vê tevgerê, roja destpêkê bêdeng bû. Di êvara destpêkê ya qedexê de Parlamenterên HDPê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan hatin navçeyê.

    Roja Duyemîn:
    Heta danê nîvro bêdeng bû. Piştî nîvro di destpêkê de li kolana Sakaryayê êrişan destpê kirin. Xendekên biçûk ên li vê kolanê hedef hatin girtin. Di vê êrişê de hêzên dewletê gule berdan Faysal Çaka yê 47 salî û kurê wî Şener Çaka yê 9 salî û ew birîndar kirin. Faysal Çaka dema ji bo kurê xwe Şener ê li kolanê dilîst bîne malê derket derve, rastî êrîşa hêzên dewletê ya bi bombeavêjê hat. Piştre Abdulganî Dînç li ber deriyê xwe, bû hedefa hêzên dewletê.

    Roja Sêyemîn:
    Hêzên dewletê êrişî kolana Çax Çaxê kirin. Êrişa li hemberî kolana Çax Çaxê ji aliyê taxa Firatê hat kirin. Di dema vê êrîşê de Selamet Yeşîlmen hat kuştin, 2 zarokên wê birîndar bûn. Ciwanê bi navê Yilmaz Tûtal ê ku hewl da Yeşîlmen û zarokên wê bigihîne ambûlansê, hat birîndarkirin. Selamet Yeşîlmen bi parçeyên bombeavêjê jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Fîkret ê 11 salî û keça wê Sevcan a 9 salî ji ber heman bombeavêjê birîndar bûn. Di êvara heman rojê de vê carê li taxa Devrîmê Hakîm Aytîmûr, ku yek ji esnafên Nisêbînê yê tê naskirin e, dema ji bo kişandina cixareyê derket hewşê bû hedefa sekvanan û ji milê xwe ve birîndar bû. Êvara heman rojê Şîrîne Bîlgî ya li ber mala xwe ya li taxa Devrîmê rûdinişt bû hedefa sekvanan û birîndar bû. Bi zêdebûna êrişan re ceyran û ava li navçeyê jî hat qutkirin.

    Roja Çaremîn:

    Ji ber teqîna şebekeya avê, hundirê gelek malan tijî av bû. Ekîbên MARSU yên ser bi Şaredariya Mêrdînê ku bi fermana qeymeqam ji bo tamîrkirina şebekeya avê çûn, rastî êrişa tîmên taybet a bi guleyan û bombeyan hatin. Ciwanekî astengdar ê ku ji aliyê gelê Nisêbînê ve weke Rêber tê naskirin, li kolanê bû hedefa nîşangirtan û birîndar bû.

    Roja Pêncemîn:

    Êriş bi giranî li taxa Firatê hat kirin. Suleyman Alptekîn, Abdulkadîr Dogan, Halîme Tekîn û Fatma Pûlat, ji ber bombeavêjên hêzên dewletê birîndar bûn. Her çar kes li ber malên xwe bûn hedef. Li taxa Yenî Tûran jî welatiyê bi navê Mehmet Aslan rastî êrişa nîşangirtên dewletê hat û ji ber guleya li stuyê wî ket giran birîndar bû.

    Roja Şeşemîn:
    Êriş êdî li taxa Newrozê zêde bûn. Di vê rojê de tax bi temamî hat dorpêçkirin. Li kolana Şîrîn welatiya bi navê Gûl Tûtal a li hewşa mala xwe bû hedefa hêzên dewletê û birîndar bû. Tûtal diya Yilmaz Tûtal ê di roja 3. de hat birîndarkirin e. Hasan Dal ê ku li Nisêbînê esnafekî tê naskirin e, ji aliyê nîşangirtên dewletê ve hat kuştin. Ji ber dewamkirina qedexeya derketina derve, Parlamenterên Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan, biryar dan ku heta qedexe bê rakirin bikevin greva birçîbûnê. Yildirim û Atalan li pêşiya Nisêbînê li Tesîsên Aydinlarê dest bi greva birçîbûnê kirin.

    Roja Heftemîn:
    Jineke extiyar a bi navê Rabîa Akbûlût li taxa Newrozê bi guleya tîmên taybet a li pişta wê ket, birîndar bû. Ciwanê bi navê Mûsûr Aslan jî ji aliyê tîmên taybet ve bi guleya li serî ket, hat kuştin. Parlamenterên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.

    Roja Heyştemîn:

    Li taxa Newrozê êrişên giran hatin kirin. Bi bombeavêjan re gelek mal û kargeh hatin xerakirin. Mûhammed Altûnkaynak ê 19 salî, ji aliyê nîşangirtan ve hat kuştin. Nûrhan Kaplan, ku ji bo avê bide cîranên xwe derket ber derî, ji aliyê nîşangirtên Tirk ve bi guleya li dil ketî, hat qetilkirin. Li taxa Newrozê welatiyê bi navê ahmet Oz, ji ber ku nikarîbû diya xwe ji ber astengiya hêzên dewletê rake nexweşxaneyê, xwe bi darve kir û dawî li jiyaan xwe anî. Şerîfe Keçe bi guleya li pişta wê ketî, birîndar bû.

    Roja Nehemîn:
    Qedexeya derketina derve qismî hat rakirin. Li ser vê yekê bi hezaran Nisêbînî tevî girseya ji Mêrdîn û navçeyên wê hatî daketin kolanan û êriş şermezar kirin. Qedexe êvarê dîsa destpê kir. Di roja 9. de hêzên dewletê bi giranî êrîşî taxên Newroz, Firat, Abdulkadîraşa û Yenîşehîrê kirin. Êrîşên ku bi roj destpê kirin, tevahiya şevê dewam kirin. Şerîf Alpar, li kolana Şîrînê ji aliyê nîşangirtên Tirk ve bi guleya li serî ketî, hat kuştin.

    Roja Dehemîn:
    Li taxa Newrozê êrişên giran hatin kirin. Sivîlek li vê derê bi guleya nîşangirtan ji milê xwe birîndar bû. Polêsên tirk êrişî greva birçîbûnê ya parlamenterên HDPê kirin. Tevî Hevseroka DBPê Emîne Ayna û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji bo destekê bide gelê Nisêbînê li Tesîsên Aydinlar ên li ser rêya Îpekê tevî bi hezaran kesî civiyan, xwestin bimeşin. Lê belê tîmên taybet êrişî girseyê kirin û xwestin Ahmet Turk binçav bikin. Ji parlamenterên di greva birçîbûnê de ne Mîhat Sancar xwest bi girseyê re derbasî Nisêbînê bibe, lê belê ji ber êrişa bi bombeya gazê birîndar bû. Parlamenteran piştî êrişê jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê qedexe û êriş di roja 10. de didome
    Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
    Etîketan:
    Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de