15:59 20 Îlon 2017
Zindî
    Mehmet Kaya, Timothy Kayongo û Omer Ozdemir

    Li Amedê rojevê bi ingilizî nîqaş dikin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15421

    Li Amedê mamosteyên zimanê îngilizî kulûba nîqaş û axaftina bi zimanê îngilizî vekirin.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Mamosteyên zimanê ingilizî Mehmet Kaya, Timothy Kayongo û Omer Ozdemir ji bo kesên dixwazin asta ingiliziya xwe bilind bikin li Amedê kulûba axaftin û nîqaşa bi ingilizî vekirin. Endamên kulûbê her hefte li Ofîsê dicivin û li ser mijara ku berê diyar kirine diaxivin û nîqaşan dikin. Avakarên kulûbê li ser kulûbê ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

    Mehmet Kaya diyar kir li Amedê krîz û kaosa zimên heye û got: 'Li Amedê wek nexweşiya ji bo zimanê kurdî ji bo ingilizî jî her tim dibêjin ‘Em fehm dikin lê em nikarin biaxivin.' Bi vê kulûba nîqaş û axaftina bi ingîlizî em dixwazin vê arîşeyê çareser bikin. Em naxwazin ziman di devê însanan de nîvco bimînin. Kurdiyeke nîvco, tirkiyeke nîvco, ingiliziyeke nîvco nabe. Her kes dikare were kulûba me, lê yên ku tên bila çê an jî xerab asteke wan a axaftina bi ingilizî hebe. Ji aboriyê bigire heya felsefeyê, ji felsefeyê bigire heya hemû tiştên rojevê her tişt wê mijarên me yên axaftin û nîqaşê bin.'

    Mamosteyê zimanê îngilizî yê ji Ûgandayê Timothy Kayongo jî wiha axivî: 'Bêyî axaftinê meriv nikare di tu zimanî de bi pêş ve here. Axaftin pratîkeke gelekî girîng e ji bo zimanê îngilizî. Li Amedê ji ber ku perwerdehiyeke baş jî tuneye. Wexta ku em Amedê bi bajar û welatên din re bidin ber hev bi rastî ji Amedê gelek kêm kes dikarin bi îngilizî xeber bidin. Li vê derê gelek kesan hay ji girîngiya zimanê îngilizî tuneye. Gava ew ji Amedê derketin û çûn wê fehm bikin ku zimanê ingilîzî zimanekî çiqas navneteweyî ye û girîng e. Armanceke kulûba me jî ew e ku bi dehan kesên dixwazin pratîkê bikin bîne ba hev.'

    Kesên dixwazin tev li kulûbê bibin dikarin rûpela kulûbê yê Facebookê bişopînin. Navê rûpelê 'Diyarbakir Discussion and Speaking Club' e. 



    Bi heman mijarî:

    HDP li ser 'suîqestê' bi awayekî awarte dê bicive
    Medvedev: Amerîka bû sebeb ku DAIŞ bi hêz bibe
    Nasnameyên du şervanên YPGê diyar bû
    Baluken: ‘Erdogan û AKPê, Demîrtaş hedef nîşan dan'
    Li Çewlikê operasyona DAIŞê: 8 binçavkirî
    Parlamenterê HDPê: Divê Leyla Zana rojevê wiha meşxûl neke
    Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Baregeha şerî ya Pûtîn şibandin fîlmê James Bond
    Etîketan:
    perwerdehî, kurdî, ingilîzî, Diyarbakir Discussion and Speaking Club, Omer Ozdemir, Timothy Kayongo, Mehmet Kaya, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de