12:43 25 Îlon 2017
Zindî
    Heyeta Îmraliyê

    Baluken: ‘Erdogan û AKPê, Demîrtaş hedef nîşan dan'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Îdrîs Balûken derbarê sûîqastê de axivî û da zanîn ku ev 5 meh in li ber destê dewletê agahiya sûîqestê heye û got: ‘Li şûna tedbîrê bigirin, heta ji wan tê, bingehê amade dikin.'

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken derbarê sûîqesta li dijî Selahattîn Demirtaş de ji Anfê re axivî.

    'WALÎTÎ DIXWAZE SER WÊ BINIXUMÎNE'

    Balûken ragihand ku hemû agahî û delîlên li ber destan nîşan didin ku hewldaneke sûîqestê hatiye kirin û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiya Amedê ya li ser mijarê da. Balûken got, ‘Daxuyaniya Walîtiyê, ku hînê encamên krîmînal aşkera zelal nebûbû da, asta cidiyeta dewletê radixe pêş çavan. Bi vê daxuyaniyê re xwestiye ser bûyerê bigire. Encam hînê zelal nebûye. Encam ji aliyê emniyetê bê zelalkirin jî, wê pêwîstî pê hebe ku li deverên cuda jî bên lêkolînkirin.'

    'EV 5 MEH IN DEWLET DIZANE KU WÊ SÛÎQEST BÊ KIRIN'

    Balûken got, ‘Li cama pişt a wesayîtê, li cihekî ku karibe Hevserok bikuje, cama fîşek tê re derbas nabe, şikestiye. Nepêkane ku ev yek bi cismekî cuda hatibe kirin. Em vê bûyerê bi awayekî cidî lêkolîn dikin. Ev 5 meh in agahî li ber destê hikûmetê heye ku wê li hemberî hevserokên me û wekîlên me sûîqest bê kirin. Tevî vê yekê jî dewlet li şûna ku tedbîrê bigire, me hedef nîşan dide. Tevî agahiyên li ber destê dewletê, rûdana bûyera duh bi ti awayî nayê qebûlkirin.'

    'BIRÊZ OCALAN XWESTIBÛ EM TEDBÎRÊ BIGIRIN Û XWEBIPARÊZIN'

    Balûken ku di heman demê de di nava Heyeta Îmraliyê de cih digire anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li hemberî êrîş û sûîqestan her tim ew hişyar kirine û got, ‘Birêz Ocalan dixwest ku rêveber, hevserokên partiyê, endamên heyetê, girîngiyê bidin ewlekariya xwe û ji gel jî dixwest ku li hemberî êrişên tund tedbîrên xweparastinê bigire. Ev hişyariyên ku Birêz Ocalan kir, niha baştir tê fêmkirin ku çiqasî girîng e.'

    'HIKÛMETÊ NEGOT 'DERBASBÛYÎ' BE'

    Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Balûken da zanîn ku piştî hewldana sûîqestê ji hikûmetê ti kes li wan negeriya ne û negotina 'derbasbûyî' be.

    Bi heman mijarî:

    Îdrîs Baluken: ‘Dewlet li Farqînê bi muhîmatê kimyawî êriş dike'
    Baluken: 'Li ser navê Ocalan nûçe çêkirin bêexlaqî ye'
    TAYBET - Hatîp Dicle: ‘Dewlet li hemberî hemû kurdan dişminatîyê dike'
    Irmak: ‘Ev agir wê we bişewitîne'
    Etîketan:
    HDP, Selahatîn Demîrtaş, Îdrîs Baluken
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de