23:12 20 Îlon 2017
Zindî
    Leyla Zana

    Parlamenterê HDPê: Divê Leyla Zana rojevê wiha meşxûl neke

    © Foto: Screenshot via File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Muslum Dogan daxuyand, divê Leyla Zana rojevê wiha meşxûl neke.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Muslum Dogan derbarê helwesta Leyla Zana ya sond xwarinê de axivî û got, divê rojev wiha neyê meşxûl kirin, dema ev rojev wiha tê meşxûl kirin derfeta nîkaşan ji destê me diçe, ew sond pêwistiyeke qanûnî ye.

    Leyla Zana di sonda xwe a Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de li şûna ‘gelê tirk gelê Tirkiyeyê' sond xwaribû û nîqaş li ser vê hatibûn kirin. Li gorî nûçeya Hulya Karabagli ya T24ê parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Muslum Dogan li hemberî vê helwesta Leyla Zana nerazîbûn nişan da û got, divê Leyla rojevê wiha meşxûl neke, derfeta nîqaşan ji destê me diçe, ev sond xwarin pêwistiyeke qanûnî ye. HDPê pêvajoya 7ê Hezîranê baş şîrove nekir.

    Divê rewşa Zana bihata nîqaş kirin

    Dogan di rexneyên xwe de dibêje, ne tenê helwesta Leyla Zana divê ev pêvajoya şîdetê jî bihata nîqaş kirin. Zana ferdeke divê rojevê wiha meşxûl neke. Dema rojev wiha meşxûl dibe derfeta nîqaşan ji holê radibe. Divê tiştekî ku em nikaribin nîqaş bikin tunebe. Em li dijî sîstema serokatiyê ne lê di nîqaşkirina wê de jî fêde heye.

    Bi heman mijarî:

    Leyla Zanayê dîsa bi kurdî dest bi sondê kir
    Leyla Zana bang kir: 'Çek danîn tenê têrê nake'
    Leyla Zana: ‘Serkêşê vî şerê li dijî kurdan Erdogan e'
    Leyla Zana: ‘Ez ê têkevim rojiya mirinê'
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Muslum Dogan, Leyla Zana, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de