21:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Mihemed Riza Neqdî

    Îran: Besîc ji bo xwekujiyan amade ye

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Fermandarê Besîc a Îranê Mihemed Riza Neqdî diyar kir ku ew amade ye êrişa xwekujî pêk bîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Farsnewsê  Fermandarê Hêza Besîc a Îranê Mihemed Riza Neqdî derbarê şerê DAIŞê yê li Sûriya û Iraqê, herwiha asta alîkariya Îranê ya ji bo rêveberiyên Şam û Bexdayê de got ku Îran tenê di asta şêwirmendî û fêrkirinê de alîkariyê dide Sûriya û Iraqê.

    Neqdî diyar kir ku daxwaza milîsên Besîc roj bi roj zêdetir dibe ku li Sûriya û Iraqê şer bikin;  piştî kuştina çend fermandeyên pilebilind ên pasdaran li Sûriyê, ev daxwazî hîn zêdetir bûye.

    Fermandarê Hêza Besîc derbarê xwekujiyan de jî wiha got: ‘Tevahiya besîcan amade ne ku xwe biteqînin û şehîd bibin. Her çiqas temenê min mezin be jî amade me êrişa xwekujiyê pêk bînim.'

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ û Eniya Fetîhê li sînorê Tirkiyeyê şer dikin
    Pûtîn li Tehranê ye û dê amûrên dewlemendkirina uranyumê ji Îranê re peyda bike
    El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir
    TAYBET - Yezdanpenah: Hêvî dikim ku Rûsya wekî Stalîn pişta xwe nede kurdan
    Li Geverê qedexeya derketina ji malan rabû
    Etîketan:
    xwekujî, Hêza Besîc a Îranê, Mihemed Riza Neqdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de