03:01 23 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Elî Xamaney

    Pûtîn li Tehranê ye û dê amûrên dewlemendkirina uranyumê ji Îranê re peyda bike

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1310

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî 7 salan îro dîsa diçe Tehranê.

    Navenda Nûçeyan — Piştî civînê tê pêşbînikirin ku daxuyaniyek çapemenî bê kirin.

     Her wiha Putîn di nava rojê de wê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re jî were cem hev.

     Şêwrimendê Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê Husên Şeyxulîslam ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got, Pûtîn û Rûhanî dê li ser mijarên Sûriye, Iraq, Yemenê û pirsgirêkên herêmê rawestin.

     Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî 7 salan îro dîsa diçe Tehranê û dê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê olî Elî Xameney re hevdîtinan bike. Xalên rojeva serdana Pûtîn hevkariya enerjî û krîza Sûriyeyê ye.

     Pûtîn, îro ji bo Foruma Dewletên Xazê İxracdikin (GECF) ya 3yemîn serdana paytexta Îranê Tehranê dike. Di forûmê de ji xeyrî 12 dewletên endam Cezayîr, Bolîvya, Misir, Ekvator, Libya, Nîjerya, Qetar, Triniad, Venezuela û Îmarata Erebî jî dê di civînê de amade bin. Her wiha nûner û çavdêrên Holanda, Norveç, Iraq, Umman û Perû jî dê di civînê de cih bigrin.

    Pûtîn, qedexeya amûrên uranyumê li ser Îranê rakir

    Berî serdana Îranê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, biryarnameya destûrî ya şandina amûrên teknolojî û Reaktorî bo Îranê îmze kir. Pûtîn bi îmzekirina vê bieyarnameyê rê ji bo şandina amûrên teknolojî û dewlemendkirina uranyumê vedike û qedexeyê radike.

    Bi heman mijarî:

    El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir
    Li Geverê qedexeya derketina ji malan rabû
    Balafirên rûsî li Sûriyeyê 472 hedef îmha kirin
    Belçîka di alarma ewlekariyê ya herî bilind de ye
    Amerîka leşkerên xwe dişîne Sûriyeyê
    Etîketan:
    Foruma Dewletên Xazê İxracdikin (GECF), Rûsya, Îran, Vladimir Pûtîn, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de