04:30 24 Îlon 2017
Zindî
    Milîtanên El Nûsra

    El Nûsra ji bo çekên Amerîkayê spasiya Artêşa Azad kir

    © AFP 2017/ Fadi al-Halabi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3110

    Baskê El Qaîdeyê ya Sûriyeyê Eniya El Nûsra vîdyoyeke nû parvekir.

    Navenda Nûçeyan — Baskê El Qaîdeyê ya Sûriyeyê Eniya El Nûsra vîdyoyeke nû parvekir û di vîdyoyê de ji bo moşekên TOW û dijetank spasiya Artêşa Azad ya Sûriyeyê dike.

    Li gorî ajansa nûçeyan a FARSê ya Îranê Eniya El Nûsra vîdyoyek parvekir, di vîdyoyê de tê dîtin ku di destê milîtanên El Nûsra de çek û moşekên amerîkî hene.

    Her wiha milîtanên El Nûsrayê di vîdyoyê de ji bo bi dest xistina moşekên TOW û dijetank yên Amerîkayê ku ji Artêşa Azad re şandibûn û paşî ketine destê wan spasiya Artêşa Azad dikin.

    Ji aliye din ve FARSê ku dispêre raportên îstîxbarî dibêje, Amerîka çekên ku dide Artêşa Azad, digel ku zane ew çek dikevin destê DAIŞ û Eniya El Nûsrayê, hê jî Amerîka çek û cebilxane dide Artêşa Azad.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Yezdanpenah: Hêvî dikim ku Rûsya wekî Stalîn pişta xwe nede kurdan
    Li Geverê qedexeya derketina ji malan rabû
    Balafirên rûsî li Sûriyeyê 472 hedef îmha kirin
    Amerîka leşkerên xwe dişîne Sûriyeyê
    Dema civînê rastî bombeyan hatin: 65 kuştî
    Etîketan:
    Amerîka, El Nûsra, El Qaîde, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de