11:33 21 Îlon 2017
Zindî
    Husên Yezdanpena û pêşmerge

    TAYBET - Yezdanpenah: Hêvî dikim ku Rûsya wekî Stalîn pişta xwe nede kurdan

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 97710

    Cîgirê Serok û Fermandarê Pêşmergeyên PAKê Husên Yezdanpena azadkirina Şengal û rewşa dawî ya Kurdistanê ji Spûtnîkê re nirxand.

    Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serok û Fermandarê Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena azadkirina Şengalê, rola hêzên hevpeyman û rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê ji nûçegihanê Spûtnîkê re nirxand.

    Operasyona Şengalê planeke deqîq bû

    Husên Yezdanpenak di destpêkê de bal kişand ser girîngiya azadkirina Şengalê û got, azadkirina Şengalê hem ji hêla siyasî û hem jî ji hêla stratejîk ji bo Kurdistanê jî û ji bo herêmê jî bûyereke gelek girîng bû. Ev serkeftin jî berhemê planeke akilmendî û deqîq bû ku Serok Barzanî serperiştiya wê kir û 20 hezar pêşmerge li qada şer bûn. Digêl vê operasyona mezin ji bo ku planeke baş û deqîq hatibû çêkirin vê carê hejmara şehîdan jî pir kêm bû.

    Yezdanpena di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ‘rêxistina PKK û PYD dibêje me Şengal rizgar kir, hûn vê çawa dibînin' bersivand û got, derbarê vê pirse de ez tiştekî ku ez bêjim tuneye û ez naxwazim nakokî û dijeyatî nekeve navbera kurdan.

    Bexda ji serkeftina kurdan kêxweş nîne

    Fermandarê Pêşmêrge di axaftina xwe de behsa pêwistiya bi çekan û rola Bexdayê kir û got, di salên borî de hinek çek û teqemenî gihiştîn destê pêşmerge, lê hetanî niha çek û teqemeniyên di destê DAIŞê ji yên pêşmerge baştir û nûjentir e. Pêwistiya kurdan bi çekê giran û modern heye û divê ev çek rasterast ne bi rêya Bexdayê bighîjin destê pêşmerge, ji bo ku Bexda bi serkeftina pêşmerge ne kêfxweş e.

    Yezdanpena di dirêjiya axaftina xwe de behsa rola hêza hevpeyman kir û domand, operasyonên hêza hevpeyman gelekî başin û di tekoşîna dijî terorê de rolekê mezin dilîzin, lê li gorî baweriya min hêza hevpeyman ji bo ku bikaribin operasyonên xwe zêdetir bikin, divê li Kurdistanê baregeheke mezin ya leşkerî ava bikin.

    Rûsya ji kurdan re deyndar e

    Yezdanpena di dawiya axaftina xwe de behsa nûçeyên ku di rojên dawî de dikevin çapemeniya cihanî ku dişibe Serokê Yekîtiya Sovyetê josef Stalîn axivî û got, ez Stalin wekî deyndarê neteweya kurd dibinim. Stalîn di dema Komara Mahabadê (1946) de pişta xwe da kurdan û piştgiriya rejima Îranê kir û kurd beramberî petrole firotin. Lê hêviya min heye ku dewleta Rûsyayê piştgiriya serxwebûna kurdan bike û wekî Stalîn pişta xwe nede kurdan.

    Josef Stalin û Husên Yezdanpena (Stalînê kurd)
    © Foto: nrrtv
    Josef Stalin û Husên Yezdanpena (Stalînê kurd)

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê qedexeya derketina ji malan rabû
    Balafirên rûsî li Sûriyeyê 472 hedef îmha kirin
    Belçîka di alarma ewlekariyê ya herî bilind de ye
    Amerîka leşkerên xwe dişîne Sûriyeyê
    Dema civînê rastî bombeyan hatin: 65 kuştî
    Etîketan:
    PAK, Husên Yezdanpenah, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de