21:52 25 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Dema civînê rastî bombeyan hatin: 65 kuştî

    © Foto: AP Photo/ Militant website via AP, File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Balafirên şer ên hêzên hevpeyman li nêzîkî Mûsilê li DAIŞê dan, di encamê de zêdetirî 65 çekdar hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Balafirên şer ên hêzên hevpeyman li nêzîkî Mûsilê li DAIŞê dan, di encamê de zêdetirî 65 çekdar hatin kuştin. Bi dehan otomobîlên DAIŞê jî hatin şewitandin û di nav kuştiyan de berpirsê tîma îdamê ya DAIŞê jî heye.

    Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a hêzên hevpeyman û Iraqê, di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku balafirên şer ên Iraqê duhî li gundê Cirin ê girêdayî bajarokê Şergatê yê Mûsilê li civîneke çekdarên DAIŞê dane.

    Li gorî daxuyaniyê, di encamê de komek serkirde û çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku di nav wan de berpirsê tîma îdamê ya DAIŞê, berpirsê karûbarên leşkerî yê "Wilayeta Dîcle" û berpirsê desteya şerîetê yê "Wilayeta Dîcle" bi navê Ebû Roqiye jî heye û di êrişa gundê Cirinê de 12 otomobîlên DAIŞê jî hatine şewitandin û çekdarên tê de jî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî Demîrtaş hewldana sûîqastê
    Guler bi sirûda Rojava û helbesta Nazim Hikmet hate oxirkirin
    Barzanî: ‘Cihê ku pêşmarge lê ye, pêwîstî ji yê din re nîne'
    DAIŞê 12 xortan avêtin ber seyên birçî
    Li çiyayê Gabarê şer
    Etîketan:
    hêzên Iraqê, Hêzên Hevpeyman, Ebû Roqiye, Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de