15:06 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamenterên HDP

    Parlementerên HDPê qedexe û êrişan li meclisê protesto kirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1710

    Parlementerên HDPê îro li Parlementoya Tirkiyeyê qedexe, êriş û kuştinên li bajêr û navçeyên kurdan protesto kirin.

    Enqere - Parlementerên HDPê ji bo bal bikşînin ser qedexe û êrişên ku hêzên dewletê ku li bajarê kurdan pêk tîne, îro di danişîna Parlementoya Tirkiyê de wêneyên hatiye kişandin biind kirin û nişanî meclisê kirin.

    Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken di civîna meclîsê de balê kişand ser rewşa bajarên kurdan û got: ‘Li Kurdistanê darbe heye'

    Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê, ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê  civiya.

    Ji bo Serokatiya Meclîsê, Parlementerê Stenbolê yê AKPê Îsmaîl Kahraman, Parlamentera CHPê ya Enqereyê Ayşe Gulsun Bîlgehan, Parlementerê MHPê yê Qeyseriyê Yusuf Halaçoglu û Parlementerê HDPê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat dê bikevin dengdanê.

    Di danişîna meclisê de, Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken balê kişand êriş û qedexeya derketina derve ya li ser Nisêbîn, Cizîr û Geverê.

    Baluken bibîrxist ku parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê di greva birçîbûnê de ne û got yên li Kurdistanê tê jiyîn, pêkanînên darbeyê ne. Baluken daxwaz kir ku ev rewş bikeve rojeva Meclîsê.

    Parlamenterên HDPê, fotografên ku li bajarên kurdan hatine kişandin bilind kirin û nîşanî meclisê dan.

    Bi heman mijarî:

    HPGê nasnameyên 7 şervanên xwe eşkere kir
    Li Nisêbînê qedexe û êriş di roja 10. de didome
    MAZLUMDER: Tirkiya mafên zarokan binpê dike û tecawizkaran xelat dike
    Esad: ‘Li Sûriyê saya operasyonên Rûsyayê rewş baştir dibe'
    Li Îlamê 3 car erdhej pêk hat
    Etîketan:
    HDP, Îdrîs Baluken, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de