03:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Binçavkirin

    RAPORT: Bîlançoya girtin, darizandin û binçavkirinên îro: 15 girtî 16 binçavkirî

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gelek bajarên kurdan girtin, darizandin û binçavkirinan îro jî berdewam kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya dihanews.com îro li bajarên kurdan gelek bûyerên girtin, darizandin, binçavkirin û serbestperdanê qewimîne û bi hinceta ‘endamtiya PKKê' pêk hatine. Bîlançoya bûyerên îro wiha ye:

    Qers: 7 siyasetmedar hatin girtin

    Di operasyonên binçavkirinê yên li navçeyên Selîm û Qamûşanê de ji 11 kesên binçavkirî 7 kes hatin girtin.

    Hevserokê HDPê yê Selîmê Mehmet Keskîn, Endamê Meclîsa Şaredariya Selîmê Ruhan Yildirim, rêveberên HDPê Orhan Merîç û hevsera wî ya ducanî Sevda Merîç, Savci Ozturk, Ugur Aydogdu û Ozturk Bayrak hatin girtin.
    4 kesên din bi şerta kontrola edlî hatin berdan. 7 siyasetmedarên kurd şandin Girtîgeha Qersê.

    Şîrvan: 7 kes hatin girtin
    Li gundê Zivzik û Maden ên Şîrvanê û navenda navçeyê di serdegirtinên malan de tîmên taybet û leşkeran 15 kes binçavkiribûn. 15 kes piştî îfadeyan derxistin dozgeriyê û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 8 kes berdan û Hevserokê HDPê ya Şîrvanê Mekîn Er. Hevserokê DBPê Orhan Erbek, rêveberên DBPê Îdrîs Kurtak, Mevlît Şen, Mehmet Engîn, Hakan Odumlu û Orhan Kurtak bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

    Stenbol: 4 kes hatin girtin

    Li Stenbolê ji 13 kesên binçavkirî 4 kes hatin girtin.Li Stenbolê duh li navçeyên Başakşehîr, Buyukçekmece, Beylîkduçe û Esenyurtê di serdegirtinên malan de 13 kes hatibûn binçavkirin. 9 kes piştî îfadeyan hatibûn berdan 4 kes jî derxistibûn Edliyeya Buyukçekmeceyê. Dozgeriyê welatiyên bi navê Bayral Can, Mazlum Metîn. Agît Karasu û Azad Esenkuş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Ev 4 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

    Mersin: Serdagirtina avahiya HDPê — 16 kes hatin binçavkirin

    Li Mersînê polîsan, bi hinceta ku "civîna rêxistinî" tê kirin, bi ser avahiya Rêxistina Navçeyê ya Akdenîz a HDP'ê de girtin. Di serdagirtina ku 3 saet berdewam kir de, polîsan avahiyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û destûr nedan ku tu kes nêzî avahiyê bibin. Piştî lêgerîna li avahiyê, bi îddiaya ku "civîna rêxistinî kirine", Firat Îşleyen, Şukru Sayan, Mehmet Emîn Dîl, Mahsun Bozat, Îbrahîm Çay, Sertan Balliş, Delîl Ek, Serdar Yayla, Davut Tul, Îbrahîm Yeter û Zahîde Ozgen û zarokên bi navê D.B., R.O., A.B., A U., S.Î. ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

    Kesên hatin binçavkirin, bi wesayîtên zirxî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.

    Bedlîs: Endamê Meclîsa Bajêr serbest hate berdan

    Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Bedlîsê Behzat Yilmaz serbest hate berdan.

    Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Bedlîsê ya DBP'yî Behzat Yilmaz ê ku duh êvarê li qehwexaneya xwe ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate binçavkirin, piştî karên emniyetê derxistin dozgeriyê. Yilmaz, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Yilmaz, bi şertê ‘kontrola edlî' serbest hate berdan.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî serî li NATOyê da
    Li Sûriyayê ‘zimanê rûsî' kete pergala perwerdehiyê
    Nisêbîn: Navberek ji bo ihtiyacan û dîsa qedexeya derketinê
    DAIŞ ji bo xweparastinê tora înternetê guherand
    Dêra Kurdziman a Rojava zarok bi kurdî şa kirin
    Li Kamerûnê êrişa komkujî: Herî kêm 10 kuştî
    Etîketan:
    binçavkirin, girtin, darizandin, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de