00:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    MAZLUMDERa Amedê

    MAZLUMDER: Tirkiya mafên zarokan binpê dike û tecawizkaran xelat dike

    © Foto: MAZLUMDERa Amedê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    MAZLUMDERê bi boneya ‘20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan’ bi daxuyaniyekê daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir û Tirkiya bi dijayetiya Peymana Mafên Zarokan tawanbar kir.

    Amed — Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Digel Mazlûman (MAZLUMDER), bi boneya ‘20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan’ bi daxuyaniyekê daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir û li Tirkiyayê binpêkirina mafên zarokan şermezar kir.

    Di daxuyaniyê hate gotin ku Tirkiyayê digel 193 dewletan Peymana Mafên Zarokan îmza kiriye; lêbelê hem li cîhanê hem jî li Tirkiyayê bendên Peymanê tên binpêkirin û ev jî pêşeroja zarokan dike nava xetereyê.

    Daxuyaniyê bal kişande binpêkirinên mafên zarokan ên li Pozanti, Maltepe, Şakran, Mugla û Antalyayê; li Tirkiyayê çêkirina girtîgehên zarokan ên nû li dijî mirovatiyê bi nav kir. 

    Di daxuyaniyê de îstatîstîkeke li ser zarokan jî hate weşandin ku dibêje: ‘Ji hinek bajarên kurdan ber bi bajarên tirkan koçberiyeke demkurt heye ku malbat ji tirkan re paletiyê dikin û zarokên van malbatan jî alîkariyê didin. Ev zarokên ku ji zaroktiya xwe mehrûm dibin, temenên wan heta 11an dadikeve û zilmeke cudakariyê ye. Herwiha di van deh salên dawîn de bi destî dewletê 477 zarok hatine kuştin; tecawizkarên zarokan bi cezayên wekî xelatan tên xelatkirin.’

    MAZLUMDERê got ku PKKê ‘Peyama Cenevreyê ya Dûrxistina Zarokan ji Çalakiyên Çakdarî’ qebûl û îmza kiriye û lewre zarokan wekî şervan nabîne; ev pêngaveke erênî ye.

    Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li Tirkiyayê mafê zarokan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi qanûnan hatine desteserkirin û divê ev binpêkirinên demildest bê rawestandin; qanûnên derveyî peymanên navneteweyî bê rakirin.

    Li gorî daxuyaniyê li Tirkiyê zarok nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Fikr û mantiqa zarokan, bi zimanê wan re, bi rê ve diçe. Lê ji ber ku perwerde bi zimanekî din e, bi wextê re mantiqa wan jî belav dibe û ew di navberê de dimînin ku nizanin em aîdî ku derê ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Êdî gelê Şengalê vedigere malên xwe
    Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?
    Qendîl hate bombebarankirin
    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Li Bexdayê êrîşa komkujî: 9 mirî 28 birîndar
    Dewleta Holanda rasterast dê çekan ji pêşmerge bişîne
    Etîketan:
    Peymana Mafên Zarokan, Peyama Cenevreyê ya Dûrxistina Zarokan ji Çalakiyên Çakdarî, Komeleya Mafên Mirovan û Hevkariya Digel Mazlûman (MAZLUMDER), Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de