09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Balafira şer ya amerîkî

    Qendîl hate bombebarankirin

    © AP Photo/ Senior Airman Matthew Bruch
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Balafirên şer ên Tirkiyayê, îşev di navbera saetên 23.00-02.00an de kamp û çeperên PKKê yên li devera Qendîlê ya Herêma Kurdistanê dan ber bombeyan.

    Navenda Nûçeyan – Malpera fermî ya artêşa Tirkiyayê îro daxuyand ku şeva borî di navbera saetên 23.00-02.00an de kamp û çeperên PKKê yên li devera Qendîlê ya Herêma Kurdistanê dan ber bombeyan û di vê bombebaranê de 22 balafirên cengî (12 heb F-16 û 10 heb F-4 2020) hatine bikaranîn.

    Ji aliyekî din ve peyamnêrê Rûdawê derheqê êrişê de ragihand ku balafirên Tirkiyayê şeva borî derdora saet 01:00ê li ser Qendîlê geriyane û paşê dane ber bombeyan; dengê bombeyan li nêzîkî gundên Zargelî, Ênzê, Lêwjê, Pirdeşal û devera Sîdekanê jî hatiye bihîstin.

    Derheqê ziyan û zerera ku ji ber êrişa balafiran gihîştiye gundiyan yan jî PKKê, tu agahiyeke berdest nîn e.

    Tê zanîn, havîna îsal balafirên Tirkiyayê bi bihaneya hebûna hêzên PKKê, li gundê Zargelî yê Herêma Kurdistanê xistibûn, di encamê de 10 kes kuştibûn û 11 kes jî birîndar kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Li Bexdayê êrîşa komkujî: 9 mirî 28 birîndar
    Dewleta Holanda rasterast dê çekan ji pêşmerge bişîne
    Pûtîn: Krîza Maliyê da zanîn ku terorîzm sînoran nasnake
    Ocalan: Ev 7 meh in haya me jê tuneye
    Etîketan:
    êriş, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de