08:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Ocalan: Ev 7 meh in haya me jê tuneye

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Birayê serokê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan destnîşan kir ku, ev 7 meh in haya wan ji Ocalan tuneye.

    Navenda Nûçeyan - Mihemed Ocalan li ser rewşa Abdullah Ocalan axivî û got, haya me ji rewşa wî tuneye ji ber ku dewlet nahêle tu kes pê re hevdîtinan bike.

    Ocalan diyar kir ku ev 7 meh in tu kes neçûye cem Abdullah Ocalan û nerazîbûna xwe li hember bêdengiya li hember vê yekê jî nîşan da.

    Mihemed Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de got, dewlet nahêle tu kes pê re hevdîtinan bike. Çima her kes li hember vê rewşê kor, lal û kerr e? çima bêdeng in? çima kesek vê rewşê nahîne rojevê?'

    Parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder beriya niha gotibû, herî dawî roja 6ê Nîsanê hevdîtin bi Ocalan re hatibû kirin.

    Bi heman mijarî:

    Dewleta Kanada heftane 6 hezar penaber digire
    Plansazê êrişa Parîsê Abaaoud hatiye Stenbolê jî
    Netewên Yekbûyî pêşniyara Fransayê qebûl kir
    Tirkiye û Amerîka li DAIŞê dan - Herî kêm 70 kuştî
    Gewer û Nisêbîn: 3 kuştî û 3 birîndar
    Etîketan:
    Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de