14:16 11 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    Tirkiye û Amerîka li DAIŞê dan - Herî kêm 70 kuştî

    © Foto: SUKHOI COMPANY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku balafrên şer yên Tirkiye û Amerîkayê şevêdin li Sûriyeyê li çekdarên DAIŞê dan.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku bi alîkariya balafrên şer yên Tirkiye û Amerîkayê, çekdarên Cebhet el Şam (Eniya Şamê) û Sultan Murad (tirkmen) êriş birin ser DAIŞê.

    Li gorî medyaya Tirkiyeyê şeva borî çekdarên Cebhet el Şam û Sultman Murad êrişî gundên Delha û Harcele yên tirkmenên Sûriyeyê li ser sînorê Tirkiyê kirin û ji destê DAIŞê derxistin û operasyon bi alîkariya balafirên şer yên Tirkiye û Amerîkayê hat kirin.

    Li gorî zanyariyên ku hatin bi dest xistin di wê operasyonê de "herî kêm" 70 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Ev operasyon di medyaya Tirkiyeyê de wekî "gava yekemîn ji bo avakirina herêma aram" tê nirxandin. Gundên Harcele û Delha dikevin bakurê bajarê Helebê yê Sûriyeyê û beramberî bajarê Kilîsê Tirkiyeyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Gewer û Nisêbîn: 3 kuştî û 3 birîndar
    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin
    Ji Pûtîn şîroveya êrişên Sûriyeyê: Başe lê têrê nake
    Li Dêrsimê teqîn
    Fermandarê Tu-22M3 raport da Pûtîn: 4 roj 60 sortî 42 hedef
    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de