16:38 21 Mijdar 2017
Zindî
    Nisêbîn

    Gewer û Nisêbîn: 3 kuştî û 3 birîndar

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li Geverê şeve din saet 20.00 pê ve qedexeya derketina ji malan hat ragihandin.

    Navenda Nûçeyan — Li Geverê şeve din saet 20.00 pê ve qedexeya derketina ji malan hat ragihandin. Di şer û pevçûnên Gewerê de yek jê zarok 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên herêmê hatine wergirtin, Mehmet Reşît Arici (18) û Naîm Noyan (29) jiyana xwe ji dest dane. 3 kes jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin cenazeyê herdu kesan hetanî sibehê li taxan dan sekinandin û berê sibehê welatiyan derfet dîtin ku cenazeyan rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

    Hejmara kesên li Nisêbînê hatin qetilkirin derket 8'an

    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina ji malan ket roja 9an û welatiyekî bi navê Şerîf Alpar bombeavêj li serî wî ket û jiyana xwe ji dest da.

    Şerîf Alpar (55) ê xwest ji Taxa Abdulkadîrpaşa biçe cem xizmên xwe yên li Taxa Firat, dema di Kolana Kordon re derbas dibû bi bombeavêja ji wesayîta zirxî hat avêtin ji serê xwe derb xwar. Alpar li vir jiyana xwe ji dest da. Alpar ê piştî demekê cenazeyê wî hat rakirin birin hewşa malekê.

    Li Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan ket roja 9'an hejmara kesên hatin qetilkirin derket 8'an.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin
    Ji Pûtîn şîroveya êrişên Sûriyeyê: Başe lê têrê nake
    Li Dêrsimê teqîn
    Fermandarê Tu-22M3 raport da Pûtîn: 4 roj 60 sortî 42 hedef
    Kremlin mijara operasyonên li Sûriyê zelal kir
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Mehmet Reşît Arici, Naîm Noyan, Şerîf Alpar, Gewer, Nisêbîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de