06:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    Rêdûr Xelîl

    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl got, em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl got, em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin, eger milîsên şie yên Heşda Şebî êrişî Herêma Kurdistanê bikin, em bi tevahiya hêza xwe amade ne bikevin xizmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

    Li gor nûçeya malpera Waarmedia, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê êrişên milîsên şie bo ser Herêma Kurdistanê de wî bi Fermandarê Hêzên Parastina Gel(HPG) re hevdîtin kiriye.

    hsd-qsd
    © AFP 2017/ Delil souleiman
    Li gor nûçeyê, di gotûbêjê de behsa egera êrişa milîsên şie bo ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin û biryar hatiye dayîn ku di rewşek wisa de şervanên YPG, YPJ û hêzên girêdayî Asayişa Rojava bi hemû hêza xwe ve bikevin kontrola Hewlêrê, daku Herêma Kurdistanê biparêzin.

    Herwiha li gor nûçeyê, eger milîsên Heşda Şebî her hewldanek biçûk, an destwerdanek an jî êrişekê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bîne, dê wek "sedema şer" were nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn şîroveya êrişên Sûriyeyê: Başe lê têrê nake
    Li Dêrsimê teqîn
    Fermandarê Tu-22M3 raport da Pûtîn: 4 roj 60 sortî 42 hedef
    Kremlin mijara operasyonên li Sûriyê zelal kir
    6 şervanên YPGê hatin berdan
    Etîketan:
    YPG, Murat Karayilan, Rêdûr Xelîl, IRAQ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de