05:32 21 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, tîmên taybet, girtin, binçavkirin

    20 kes hatin binçavkirin, 4 zarok ji ber 'medyaya civakî' hatin girtin

    © AP Photo/ / Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1720

    Li Edene, Îzmîr û Stenbolê, di çarçoveya operasyonên li dijî siyasetmedar û welatiyên kurdan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

    EDENE

    Rêxistina HDPê ya navçeya Edene Ceyhanê, ji bo şermezarkirina şerê li bajarên kurdan, çalakiyek pêk anî, lê belê polêsên tirk êrişî çalakiyê kirin.

    Hat ragihandin ku di derengiya şevê de jî 8 welatî bi lêdanê hat binçavkirin. Her wiha di êrîşa polêsan de Hevserokê HDPê yê Ceyhanê Tahir Ozdemîr jî di nav de gelek welatî birîndar bûn.

    ÎZMÎR
    Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê duh polêsan li taxa Dogançayê bi ser 10 malan de girtin û piştî lêgerînê, zarok jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.

    Piştî ragirtina li midûriyeta polîsan, 4 zarok derxistin pêşberî dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê, zarokê bi navê M.A.T. ê ku di çalakiya Geziyê de bi bombeya gazê birîndar bibû bi heftan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin jî heye 4 zarok bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.

    Dadgehê, parvekirinên zarokan ên li ser medya civakî delîl nîşan da û bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne' biryara girtina her çar zarokan da û ew şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku 7 kesên ku hatibûn binçavkirin hêj li midûriyeta polîsan tên ragirtin.

    STENBOL
    Li gelek navçeyên Stenbolê jî polêsan bi ser malan de girtin û operasyonên binçavkirinê kirin. Li navçeyên Başakşehîr, Buyukçekmece, Beylîkduzu û Esenyûrtê di serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin.  Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: 12 kes hatin binçavkirin
    Li bajarên kurdan girtin û binçavkirin berdewam kike
    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Li sînorê Kilîsê milîtanekî DAIŞê hat kuştin û 21 kes jî hatin binçavkirin
    Ekrem Încel bi hinceta fêlbaziyê hat binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Îzmîr, Edene, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de