09:52 24 Nîsan 2018
    Andrey Karlov

    Tirkiyeyê gazî Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kir

    © Foto : Balyozxaneya Rûsyayê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Tanju Bilgiç diyar kir ku bi hinceta ku balafirên rûsî gundê tirkmenan ê Çiyayê Kurmênc bombe kirine gazî Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Bilgiç bersivên rojnamevanan da û got, me bihîst ku balafirên rûsî li bakûrê rojavayê Sûriyeyê li herêma Çiyayê Kurmênc li derdora Bayirbucakê gundên tirkmenan bombe baran kiriye. Di vê çarçoveyê de bi fermana wezîr, me gazî Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê kir û me girîngbûna mijarê ji wî re nirxand û me ji Rûsyayê daxwaz kir ku kelîk berî kêlîkekê dawî liv an operasyonan bîne.

    Her wiha Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Bilgiç ragihand ku, derbarê mijarê de me hişyarî da Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov û daxwaz kir ku operasyon neye dubare kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu nerazîbûna xwe li dijî operasyonan nişan da
    Ji parlamenterê HDPê re 6 sal ceza
    KJAyê kuştina Selamet Yeşilmen protesto kir
    Milîtanê DAIŞê: Me çek ji Ûkraynayê standin û li ser tirkî derbasî Sûriyeyê dikirin
    ROJAVA - Tirkiyayê Girê Spî û DAIŞê Kobanî topbaran kir
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, Rûsya, Mihail Bogdanov, Andrey Karlov, Tanjû Bîlgîç, Çiyayê Kurmênc, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de