14:09 24 Mijdar 2017
Zindî
    Nisêbîn - qedexe û êriş - roja 8.

    Li Nisêbînê qedexe di roja 8. de didome (gav bi gav tê nûkirin)

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16110

    Polêsan jineke din bi giranî birîndar kir

    18:00 — Li taxa Yenîşehîr a Nisêbînê jina bi navê Şerîfe Keleş (30) dema ku li hewşa xwe av dianî ji aliyê polêsan ve bi giranî hat birîndarkirin.

    Hat ragihandin ku jina 30 salî li Nexweşxaneya Nisêbînê di beşa lezgîn de tê dermankirin. 

    16.30 —Navçeyên Mêrdînê berê xwe dan Nisêbînê

    Ji navçeyên Mêrdînê gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya parlementeran û berxwedana Nisêbînê, çûn Nisêbînê.

    Ev 8 roj in êrişên li Nisêbînê bi dawî nabe. Greva birçîbûnê ya parlementerên HDPê yên Mêrdînê Mîthat Sancar, Gulseren Yildirim, Erol Dora û Alî Atalan da destpêkirin jî di roja dûyemîn de berdewam dike.

    Ji navçeyên navçeyên Qoser, Mehsert, Artuklu û Rişmilê yên Mêrdînê gelek welatî ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenteran û li dijî êrişan berê xwe dane Nisêbînê.

    Hat ragihandin ku gel gihiştiye ketina navçeyê.

    14:40 — Li navçeya Nisêbînê polêsan welatiyê bi navê Nurhan Kaplan (45) kuştin.

    Hat ragihandin ku  polêsan êrişî taxa Abdulkadîrpaşa kirin û di encama êrişê de kesekê din jî hate kuştin.

    Li gorî agahiyên berdest polêsên ku tax dorpêç kirin li nêzî qada Newrozê bi cih bûn û tax gulebaran kirin. Li kolana Tekîn welatiyê bi navê Nurhan Tekîn ê 45 salî ji ber gulebarana polêsan ji zikê xwe birîndar bû. Kaplan bi betaniyê ve birin ambulansa li ser pira Apmat Kaya û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Lê Kaplan li vir jiyana xwe ji dest da.

    Li navçeyê di nava 8 rojan de bi qetilkirina Kaplan re derket 7 kesan û 15 kes jî birîndar bûn. 

    10:30 — Li Nisêbînê ciwanekî din hat kuştin

    Li gorî nûçeya ANFê di bûyera li Kolana Kiliçê de parçeyê bombeyê li Altûnkaynak ket û ji wesayîta zirxî ya Kobra gule lê hat reşandin. Altûnkaynak ê ji ber parçeyên bombeyê û guleyan bi giranî brîndar bû, birin malekê, lê li vir jiyana xwe ji dest da.

    Ji ber êrîşa giran a polêsan, cenazeyê Altûnkaynak ji malê nehat derxistin û ancax danê sibehê welatiyan ew li betaniyê pêçand û bi ambûlansê cenazeyê Altûnkaynak rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

    Duhî bi şev ciwanê bi navê Mûsûr Aslan (19) jî hatibû kuştin û jina bi navê Rabî Bagtûr jî bi giranî birîndar bûbû. Ji ber van mirin û birîndariyan, welatiya bi navê Emîne Oz (55) a ku nikarîbû dayika xwe ya astengdar rake nexweşxaneyê, dawî li jiyana xwe anîbû.

    Hejmara mirovên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 6 kesan.

    Bi heman mijarî:

    Li 25 taxên Lice û Hênê çûn û hatin hat qedexekirin
    DAIŞê li Enbarê 5 kes îdam kirin
    Artêşa Sûriyeyê li Çiyayê Kurmênc du bajarok rizgarkirin
    Fransa: Hêviya me kurd in
    Li Hewlêrê êrişî Wezareta Pêşmerge kirin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Muhammed Altunkaynak, Nisêbîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de