16:32 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên Îranê

    6 serbazên îranî li Sûriyeyê hatin kuştin

    © AFP 2017/ Atta Kenare
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Di şer û pevçûnên li Sûriyê de 6 endamên din yên Supaya Pasdarên Îranê hatin kuştin. Li gor çavkaniyên îranî, hejmara kuştiyên Supaya Pasdaran li Sûriyê ji 50 kesî bihurî.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyan ragihandin ku hejmarek din ji leşkerên Îranê di berdewamiya şer û pevçûnên li Sûriyê de li wî welatî hatin kuştin. Hat ragihandin, 6 leşekrên din yên Îranê ji roja sêşemiya vê hefteyê 17ê Mijdarê ve li bajarê Heleb ê Sûriyê hatin kuştin.

    Bi vê yekê jî hejmara kuştiyên Supaya Pasdarên Îranê di çarçoveya operasyonên Helebê de gihîşt zêdetirî 50 kesan.

    Çavkaniyên nûçeyan yên îranî nasnameya wan pasdaran eşkere kirine û li gor îzanyariyên wan navên wan Mistefa Mûsewî 25 salî, Mihemed Riza Ibrahîmî, Bêhzad Sêyfî û Setar Ebasî, Mihemed Cewad Qurbanî û Îman Xezayînijad e.

    Hatiye gotin ku Mihemed Riza Ibrahîmî yek ji fermandeyên Supaya Pasdaran li navçeya Filawercan a parêzgeha Isfehan, Bêhzad Yûsifî ji Yekîneya Topxaneya 56 a Hezretê Yûnis li parêzgeha Fars a Îranê û Setar Ebasî jî ji yekîneyeke pasdaran a li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistaê û Mihemed Cewad Qurbanî û Îman Xezayîjinad jî ji yekîneyên supasyê yên li parêzgeha Fars bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji YNKê bo Heşda Şeibî: ‘Hûn berpirsiyarên can û malên kurdan in'
    Pêşmerge êrişa DAIŞê têk bir
    Onder: ‘Dewlet ne mecbûr e, mehkûm e.'
    Li Wêranşarê teqîn
    Helket Idrîs'abd: 'Şanoya Amedê ji ya Duhokê baştir e'
    Etîketan:
    Supaya Pasdarên Îranê, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de