10:39 27 Gulan 2018
Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder

Onder: ‘Dewlet ne mecbûr e, mehkûm e.'

© Foto : HDP - Navenda Giştî
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, rojeva heyî de pirsan bersivandin.

Navenda Nûçeyan — Onder daxuyaniya xwe ya ji Anfê re dayî de pirsan bersivand û nirxandinên xwe anî ziman.

Onder derbarê hin rexneyên piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê li HDPê tên kirin de wiha got: ‘HDP, berhema felsefeyeke welê ye ku mirovên deng nedane jî dikarin bendewariyên xwe bilêv bikin û li ser wê bingehê rexne û tevkariyê bikin. Bi taybetî hin pêkhate, yên serbixwe yan jî hin hevalên di pêvajoyên biryardayîn û temsîliyetê de cih digirin, dema HDP'ê dinirxînin divê xwe venegirin û bi vî rengî vê nirxandinê bikin. Bi dîtina min, ev kêmasiya bingehîn e.'

EFÛYA GIŞTÎ ŞERT E'

Onder ji bo rêya herî berhemdar a destpêka xebata qanûna bingehîn ‘efûya giştî' pêşniyar kir û got: ‘Pêwîst e xebata destûrek bingehîn a nû bi efûyek giştî ya ji bo tevahî girtiyên siyasî, bê şert, bê ku kesekî rencîde bike destpê bike. Divê

starta qanûna bingehîn a nû bi efûyek giştî bê dayîn.'

'TECRÎD ÎLANA ŞER E'

Onder xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî tavilê bê rakirin, wiha axivî:

‘Dewlet mehkumî Birêz Ocalan e. Ne mecbûr e, mehkûm e. Ji ber vê jî ez bawer im di vê nuqteyê de ev nirxandin kirine; Birêz Ocalan derbarê pêşveçûnan bi pêşdîtina xwe ya siyasî der barê pêvajoyê çi gotibû bi cih hat. Ev tevahî pêk hatin. Dewlet bi mîlyar dolaran ji bo hin kesan vediqetînin; îstîxbaratan, analîstan, vir de û wê de yan.Birêz Ocalan di hucreya xwe ya 4 metreçarçik de van tiştan tevahî dibîne. Êdî tiştekî nayê nîqaşkirin heye; tecrîd li hemberî gelê Kurd û îradeya wan îlana şer e. Ji ber vê jî dewletê wê çi bike divê tavilê biryarê bide; eger dixwaze biryara xwe ji aliyê aştî û demokrasiyê bikar bîne neçare ku ji nû ve serî li Birêz Ocalan bide.'

Bi heman mijarî:

Li Wêranşarê teqîn
Helket Idrîs'abd: 'Şanoya Amedê ji ya Duhokê baştir e'
Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
Li bajarên kurdan girtin û binçavkirin berdewam kike
Etîketan:
HDP, Sirri Sureya Onder, Abdullah Ocalan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de