22:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya îro de derbarê mijarê rojevê de tiştên girîng anî ziman.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya îro de ku ji aliyê rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka ve hatiye weşandin,  behsa têkoşîna li hemberî DAIŞê, Rojava, Şengal, nakokiyên navbera PKK û PDKê û her wiha derbarê mijarên rojevê kir.

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe de anî ziman ku Tirkiye dixwaze di navbera PKK û PDKê de şer derkeve. Bayik ji bo şerê DAIŞê jî got: ‘Tirkiye nebe asteng, Cerablus jî Rakka jî ji DAIŞê tê rizgarkirin.'
    Cemîl Bayik diyar kir ku Tirkiye dixwaze PKK û PDK bi hev re şer bikin û bi vî rengî hêzên ku şerê DAIŞê dikin, lawaz bike.

    Cemil Bayik
    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Bayik wiha got: ‘Piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîgolu ji bo wê yekê çû Hewlêrê. Tirkiye dixwaze him li Şengalê him jî li Rojava, PKK û PDK li dijî hev şer bikin û bi lawazkirina wan, destê xwe bihêz bike.'

    Hevserokê KCKê di beşek ji nivîsa xwe de jî behsa wê yekê kir ku dewletên dijberên kurdan her dem xwestine kurdan berdin hev lê êdî kurd dîrok baş xwendine û dê vê lîstoka dewleta tirk jî pûç bikin.

    Cemîl Bayik derheqê komkujî û êrişên hefteya borî yên Parîsê de jî got: ‘Tirkiye siyasetek pir xeter daye pêşiya xwe û piştgiriyek mezin dide DAIŞê. Ji bo şikandina DAIŞê divê destpêkê ev piştgirî nemîne. Çimkî heta ev piştgirî bidome şerê DAIŞê dê bê encam bimîne.'

    Bi heman mijarî:

    Dûran Kalkan: ‘Tirkiyeyê Kurdistan bi tenê hişt'
    Cemîl Bayik: ‘HDP serkeftî ye'
    HPG: ‘Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta tirk'
    Etîketan:
    PDK, KCK, Cemîl Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de