04:13 28 Gulan 2018
Balafira rûsî

Rûsya: Li İdlîbê me baregeha navendî ya DAIŞê îmha kir

© Sputnik . Dmitriy Vinogradov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî daxuyaniya Sererkanê Rûsyayê ku ragihand, îro balafirên Tu-95 yên rûsî bi 12 moşekên kruz li İdlîbê baregeh û tankên DAIŞê îmha kirin.

Navenda Nûçeyan - Serokê Ofîsa Operasyonan yên Sererkaniya Rûsyayê Andrey Kartapolov destnîşan kir ku, jetên rûsî îro li Sûriyeyê 126 sortî kirin û li 206 hedefên terrorîstan dan.

Kartapolov di berdewamiya axaftina xwe de got, balafirên rûsî yên stratejîk li Sûriyeyê êrişên dijwar pêk anîn. Balafirên Tu-22M3 li Reqa û li Dêra Zorê 6 hedefên DAIŞê ruxandin, di heman operasyonê de 3 refîne, depoyeke cebilxaneyan û baregeheke çêkirina hewanan hat îmha kirin.

138 hedef hatin îmha kirin

Kartapolov di dirêjiya axaftina xwe de got, operasyon wekî ku me plan kir meşiya. Balafirên ku ji baregeha Heymimê rabûn û bi 60 sortî 138 hedefên terorîstan hatin îmha kirin.

Bi heman mijarî:

Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
Heyeteke Kurdistanê serdana parlamentoya Swêdê kir
Li Liceyê derketina derve hat qedexekirin
Pêşnûmaya dijterorî ya Rûsyayê li benda erêkirina NY ye
Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
Etîketan:
Rûsya, Andrey Kartapolov, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de