22:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ahmet Turk

    Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Saziyên civakî yên Mêrdînê ji bo Nisêbînê ku ev 7 roj in qedexeya derketina derve berdewam dike ketin nav liv û tevgerê.

    Mêrdîn - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, beriya ber bi Nisêbînê ve birêbikevin axivî.

    Ahmet Turk di axaftina xwe de diyar kir ku ferasetekî ku dixwaze gel ‘terbiye' bike meriyetê de ye. Turk balê kişand ser Komkujiya Dersimê ya 1937an û wiha axivî:  ‘Di 37an de, ji bo gelê Dersimê terbiye bikin, hêza dewletê nîşan bidin komkujî pêk anîn. Îro jî em li tevgera polîsên tîmên taybet dinêrin, Komkujiya Dersimê tê bîra me.'

    Piştî axaftinan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parlementerên HDPê yên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora, rêxistinên HDP û DBP, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, ber bi Nisêbînê ve birêketin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)
    Atalan: ‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin'
    Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin
    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
    Li Nisêbînê dayikeke din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê welatiyek din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê 2 kesên din bi guleyan birîndar bûn
    Li Nisêbînê gelek kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Mithat Sancar, Erol Dora, Ahmet Turk, Mêrdîn, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de