02:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li bajarên kurdan girtin û binçavkirin berdewam kike

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Xîzan û Farqînê gelek kes hatin girtin 3u binçavkirin.

    Bedlîs/Amed -Piştî qedexe û dorpêça 12 rojan li Farqînê operasyonên binçavkirinê hate destpêkirin.

    Li navçeya Farqîn a Amedê ku 12 roj derketina derve lê hat qedexekirin, di bin dorpêça hêzên dewletê de ma, 7 kesên sivîl hatin kuştin û taxên Tekel, Konak û Mescît hatin xirabkirin.

    Vê sibehê jî, polês û tîmên taybet li taxên cûda bi ser gelek malan de girtin.

    Heya niha navên Veysel Duran, Mazlum Duran û Y.K. (16) zelal bûne lê hejmara zelal a kesên hatine binçavkirin nehat hînbûn.

    Polês, tîmên taybet, girtin, binçavkirin
    © AP Photo/ / Emre Tazegul
    XÎZAN

    Li navçeya Xîzana Bedlîsê du roj ewil tîmên taybet li navenda sûkê wesayîtek rawestandibûn û welatiyê bi navê Ekrem Kekelîk binçav kiribûn.

    Piştî kar û barê li Midûriyeta Polêsan a Xîzanê qediya ew derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şandin Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Xîzanê.

    Hat ragihandin ku dadgehê bi hinceta ‘Li hemberî polêsan derketiye' û ‘Zirar daye malên cemaweriyê' biryara girtinê da.

    Bi heman mijarî:

    Operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike
    Siyasetmedarên kurd ên binçavkirî hatin berdan
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hat binçavkirin
    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Li Qersê 15 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Ekrem Kekelîk, Farqîn, Xîzan, Bedlîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de