06:25 13 Kanûn 2017
Zindî
    Nisêbîn

    Qedexeya li Nisêbînê di roja 7. de didome (gav bi gav tê nûkirin)

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Nisêbînê ciwanek hate kuştin

    20:15 — Li navçeya Nisêbînê di êrîşên tîmên taybet de ciwanê bi navê Musur Aslan (19) hate kuştin.

    Musur Aslan
    Musur Aslan

    Dîhayê ragihand ku li taxa Abdulkadîrpaşayê welatiyê bi navê Musur Aslan ê xwest derbasî kolana Şîrîn bibe ji aliyê polêsan ve hate gulebarankirin.

    Hat ragihandin ku Aslan birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê lê ligel hemû mudaxaleyan Aslan jiyana xwe ji dest da. 

    19:30 —Li Taxa Yavûz Selîm a Nisêbînê jina bi navê Rabîa Bagtûr (35) ji parçeyên şarapnelê birîndar bû.

    Li gorî agahiyên bi dest ketî hat ragihandin ku jinekê din jî birîndar bûye.

    Li Nisêbînê ku nêzî hefteyekê di bin êrîşan ye, danê êvarî parçeyên şarapnelê li pişta Rabîa Bagtûr a 35 salî ketin û birîndar bû. Bagtûr bi alîkariya welatiyên derdor rakirin nexweşxaneyê.

    16:00 — Gelê Qamişloyê ji bo Nisêbînê ber bi sînor ve meşiyan

    Gelê Qamişloyê li dijî qedexe, êriş û kuştinên li Nisêbînê îro ber bi xeta sînor ve meşeke li dar xistin.

    Hat ragihandin ku bi sedan welatî heta ber xeta sînor meşiyane, bi tilîlî û  durişman piştgirî dane gelê Nisêbînê.

    Her wiha gelê Nisebînê jî bi çalakiyên deng derxistinê bersiv dan û slav kirin.

    14:00 —Greva birçîbûnê

    Ji hêla din ve îro Parlementerên Mêrdînê Alî Atalan û Gulser Yildirim li dijî qedexe û êrişên dewletê dest bi gireva birçîbûnê kirin.

    Parlementerên HDPê Gulser Yıldirim û Alî Atalan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Parlementerên HDPê Gulser Yıldirim û Alî Atalan dest bi greva birçîbûnê kirin

    13:00 — Li Nisêbînê qedexeya derketina derve di roja 7. de berdewam dike û rewş çiqas diçe girantir dibe.
    Duh jî dayîka bi navê Gûlê Tûtak ku kurê wê jî çend roj ewil ji hêla polêsan ve hatibû kuştin, di encama gulereşandina polêsan de birîndar bû. Hasan Dalê ku birîndarkirina dayîka Gûlê Tûtak dîtiye û xwest biçe ser wê  ji hêla polêsan ve hedef hat girtin û di encama gulebarandina polêsan de jiyana xwe ji dest da.
    Li ser vê yekê li Nisêbînê bîlançoya 7 rojê qedexekirî de 3 kes ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Atalan: ‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin'
    Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin
    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
    Li Nisêbînê dayikeke din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê welatiyek din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê 2 kesên din bi guleyan birîndar bûn
    Li Nisêbînê gelek kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Gûlê Tûtak, Alî Atalan, Gulser Yildirim, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de