04:39 23 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr  Şirnex

    Cenazeyê Azîz Guler hat wergirtin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Fermandarê BOGê Azîz Guler ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, dewleta tirk 59 roj şûnde cenazeyê wî radestî malbatê kirin.

    Stenbol — Fermandarê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler roja 21ê îlonê di encama pê li mayina çeteyên DAIŞê kiribû û li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, dewleta tirk piştî 59 rojan cenazeyê wî radestî malbatê kirin.

    Cenazeyê Guler ê ku 59 roj in li morga Nexweşxaneya Roj a Kantona Kobanê dihat ragirtin, piştî biryara wergirtinê hat ragihandin ku cenaze ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê kirin û ji wir jî birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

    Hat ragihandin ku cenzayê Guler di seatên êvarê de bi balafirê bibin Stenbolê.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê teqîn
    Atalan: ‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin'
    Tsipras: Em bi heyranî têkoşîna HDPê dişopînin
    HPG: ‘Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta tirk'
    YPG: ‘Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike'
    Etîketan:
    BOG, DAIŞ, Aziz Guler, Riha, Stenbol, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de