07:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mihrengîz Kar

    Dadweriya Îranê bi wekaletnameyên sexte mehkûman îdam dike

    © Foto: You Tube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçegihaniyê ya Kurdistanê (KURDPA) ya ku agehiyên xwe spartine çalakvaneke siyasî ya naskirî, navendên ewlehiyê yên Îranê bi wekaletnameyên sexte mehkûmên îdamê bi dar ve dikin.

    Navenda Nûçeyan — Parêzer, nivîskar û çalakvana siyasî ya îranî Mihrengîz Kar eşkere kir ku navendên ewlehiyê tên ofîsa wê û jê daxwaz dikin ku hejmareke gelekî zêde ya wekaletnameyên sexte amade bike.

    Mihrengîz Kar dibêje ku li navendeke ewlekariyê jê re wiha gotine: ‘Tu bi tu awayekî nikarî tohmetbaran bibînî û baryar nîn e ku berevaniyê ji mafên wan bikî. Eger hewce bike carinan em ê li ser navên wan daxwaznameyên xweparastinê amade bikin.

    Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan Îranê ragihand ku sedema vê daxwazê ji Mihrengîz Kar ew e ku bi riya van wekaletnameyan mehkûmên siyasî bi parastinên sexte bi dar ve bikin û hinceteke li ser kaxezê ji bo îdamê çêkin.

    Li gorî agehiyan, li Îranê piraniya girtiyên siyasî û ewlehî ji mafê girtina wekîlan bêpar in û bi sedema zext û zoriyên zêde parêzer jî zû bi zû dozên wan qebûl nakin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Rûsyayê moşeka İskender-M ceriband
    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    PEW: Li Tirkiyê 6 milyon însan dilxwazê DAIŞê ne
    Etîketan:
    mafên mirovan, çalakvan, Mihrengîz Kar, Îran, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de