14:54 27 Gulan 2018
Banka Navendî ya Iraqê

Iraq êdî dînarên kurdî çap dike

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Xendeq, Şengal
© AP Photo / Matiuallah Achakzai
Navenda Nûçeyan — Banka Navendî ya Iraqê îro (19ê Mijdarê) 500 dînarê nû xist bazarê ku li ser wê diravê, ji xeyrî erebî, kurdî jî hatiye nivîsandin.

Parlamentera kurd û endama Lêjneya Aborî ya Parlamentoya Iraqê, Necîbe Necîb ragihand ku, Banka Navendî ya Iraqê ev kar ji ber guvaşa endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê kiriye û got, êdî çi diraveke nû were çapkirin dê li ser wan diravan kurdî jî were nivîsandin.

Necîb her wiha got, çapkirina dirava 100 hezar dînarî jî hatiye pesendkirin ji ber wê jî Banka Navendî niha mijûlî wê ye wê diravê bide şîrketeke biyanî da ku çap bike û dê li ser wê diravê jî zimanê kurdî hebe.

Çend roj berê Banka Navendî ya Iraqê dirava 50 hezar dînarî jî xistibû bazarê. Li Iraqê, zimanê kurdî jî mîna zimanê erebî zimanê fermî ye.

Bi heman mijarî:

Li hawirdora Şengalê xendeqan dikolin
Di nava Çîn û Rûsyayê de peymana balafirên SU-35ê
PEW: Li Tirkiyê 6 milyon însan dilxwazê DAIŞê ne
Esad: Hetanî DAIŞ têk neçe ez bi tu cihî ve naçim
Obama: Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê divê Esad here
Etîketan:
Banka Navendî ya Iraqê, Necîbe Necîb, IRAQ
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de