20:11 11 Kanûn 2017
Zindî
    Nisêbîn - qedexe û êriş - roja 8.

    Atalan: ‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementerê Mêrdînê Alî Atalan got: ‘‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin.'

    Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Alî Atalan ê li Nisêbînê ye, derbarê rewşa dawî ya li navçeyê de ji Anfê re axivî.

    Li gorî nûçeyê Atalan diyar kiriye ku dewlet nikare bikeve taxên xwerêveberî lê hatine îlankirin, li ser vê li taxên din zext û komkujiyan pêk tîne û dixwaze tolê rake.

    Atalan ragihand ku di nav rojê de bi qeymeqam re axivînê, destnîşan kir ku rewşek qeymeqam jî derbas dike heye.

    Atalan destnîşan kir ku ji bilî 4 taxên xendek lê hene, li tevahî taxên navçeyê av û ceyran qutkirî ne, wiha axivî: ‘Rewşa gelê li taxên Abdûlkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenî Şehîr ku xendek lê hatine kolan, ji ya gelê ku xendek li taxên wan tinene baştir e. Pirsgirêkên xwe yên elektrîk û avê jî çareser kirine. Niha yên tên qetilkirin mirovên me yên li taxên bê xendek mane ne.'

    Atalan da xuyakirin ku bi Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim û Hevşaredar Cengîz Kok re li pêşiya Navenda Çandê ya Mîtanî biryara greva birçîbûnê ya bêdem dane. Atalan ragihand ku wê di seatên pêş de dest bi greva birçîbûnê bikin û heta qedexe bi dawî bibin jî wê bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin
    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
    Li Nisêbînê dayikeke din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê welatiyek din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê 2 kesên din bi guleyan birîndar bûn
    Li Nisêbînê gelek kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Alî Atalan, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de