10:20 13 Kanûn 2017
Zindî
    Aleksis Tsipras - HDP

    Tsipras: Em bi heyranî têkoşîna HDPê dişopînin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksis Tsipras û Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û heyeta pê re hevdîtin pêk anî.

    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras
    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Serokwezîrê Yewnanîstanê û Serokê Srîza Aleksis Tsipras, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Enqereyê de li Otela Shreton bi Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û Alîkarê Hevserokan Nazmî Gur re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Wezîrê

    Karên Derve yê Yewnan Nîkolaos Kotzûas û endamên ofîsa polîtîkayê ya Tsipras jî tevlî hevdîtinê bûn.

    Tsipras ê keyfxweşiya xwe ji bo hevdîtinê anî ziman diyar kir ku HDPê ji nêz ve dişopînin û têkoşîna HDPê bi heyraniyeke mezin dişopînin.

    Tsipras anî ziman ku tevî benda ji sedî 10 û zextan jî ji serketina HDPê keyfxweş in. Tsipras anî ziman ku HDPê pêvajoyeke zehmet derbas kiriye û got: ‘Li Tirkiyeyê zext û êriş zêde ne, di vê mijarê de mixabin mirov dikare paşdeçûnên mezin tespît bike.'

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Barzanî: 'Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye'
    YPG: ‘Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike'
    Bîlançoya şerê Anonymous û DAIŞê: 3 hezar 800 hesabên Twitterê û 130 malper
    Etîketan:
    SYRIZA, HDP, Aleksis Çipras, Figen Yuksekdag, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de