03:16 25 Mijdar 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li Wan, Sêrt û Bedlîsê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

    WAN
    Li navenda Wanê û navçeya Payîzavayê, 4 roj berê di serdagirtina malan de welatiyên bi navê Osman Işik, Murat Çolenar, Cemal Aslan, Necdet Koç û Mustafa Kuşman hatibûn binçavkirin. Her 5 kes, piştî dema wan a binçavkirinê hate dirêjkirin, derxistin dozgeriyê. Her 5 kes bi îdîya ‘endamê rêxistinê ne' û ‘alikariya rêxistinê kirine' bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
    Osman Işik û Murat Çolenar li dadgehê serbest hatin berdan, Cemala Aslan, Necdet Koç û Mustafa Kuşman jî hatin girtin.
    SÊRT
    Li Şîrwanê di serdagirtina malan de Hevserokê HDPê yê Navçeyê Metîn Er û Hevserokê DBPê yê Navçeyê Orhan Erbek jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.
    Hat ragihandin ku 16 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Şîrwanê.
    BEDLÎS
    Li navçeya Xîzana a Bedlîsê jî duh di saetên êvarê de polêsên tîmên taybet li navenda navçeyê wesayîtek da rawestandin û kesekî ku navê wî nehat zanîn binçav kir.
    Hate zanîn ku kesê binçavkirî birin Miduriyeta Emniyetê ya Xîzanê

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hat binçavkirin
    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Li Nisêbînê gelek kes hatin binçavkirin
    Li Stenbolê operasyon: 15 kes hatin binçavkirin
    Berî zîrweya G-20ê operasyona li dijî DAIŞê: 20 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    DBP, HDP, Şîrwan, Xîzan, Sêrt, Wan, Bedlîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de