05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Adem Geverî

    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Şerê nava PKKê û dewletê HDPê neda destpêkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlamenterê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) yê Wanê Adem Geverî ragihand ku, rexneyên bi rêya PKKê li HDPê tên kirin ne rast in.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) yê Wanê Adem Geverî ragihand ku, rexneyên bi rêya PKKê li HDPê tên kirin ne rast e û ji bo encama hilbijartina rexneya herî rast ev e ku HDPê xwe baş îfade nekir.

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Gewerî bûyerên dawî û rojev ji nûçegihanê Spûtnîkê re nirxand.

    Geverî destnîşan kir ku, Ji bo ku şerê navbera PKKê û dewletê ne HDPê da destpêkirin yê ku vî şerî biqedîne jî dîsa wê ne HDP be. HDP tenê dikare bi polîtikayên xwe yen aştiyane ji bo rawestandina şer û agirbestê bangî herdu aliyan bike.

    Divê dewlet fersendê bide HDPê

    Adem Geverî di berdewamiya axaftina xwe de got, AKP di hilbijartina 7ê Hezîranê de têk çû û li hemberî PKKê şer da destpêkirin ji bo ku rê li ber siyaseta sivîl bigre. Yê ku HDPê di rewşa zahmet de dihele ne PKK ye AKP bi xwe ye. Muxatabê me dewlet e û em berê xwe didin parlamentoyê. Ji bo ku em di parlamentoyê de bi hêz bin divê di hilbijartina de kampanyeke xurt bihata kirin. Lê dewletê ev kampanya me asteng kir.Û di hilbijartinê de me encamên 7ê Hezîranê bi dest nexistin.

    Geverî di dirêjiya axaftina xwe de got, ji bo ku PKK bikaribe çekan deyne divê dewlet raste rast bi Qendîl û bi PKKê re pêwendiyan deyne. Dewlet dibêje bila PKK bê şert û merc çekan deyne ev ne nêrîneke realist e.

    Adem Geverî di dawiya axaftina xwe de got, Hereketa Azadî helwesta xwe ya 7ê Hezîranê di 1ê Mijdarê de nişan neda. Û ez van nêrînên ku dibêjin ‘roja ku Hereketa Azadî biryara piştgiriya HDPê da qediya' rast nabînim û derveyê rastiyê dinirxînim.

    Bi heman mijarî:

    Li Parlamentoya Ewropa konferansa ‘Rojava'
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hat binçavkirin
    Qral Abdulah: DAIŞê şerê 3yemîn yê cihanê da destpêkirin
    Bîlançoya şerê Anonymous û DAIŞê: 3 hezar 800 hesabên Twitterê û 130 malper
    Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin
    Etîketan:
    HDP, Adem Geverî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de