08:30 22 Hezîran 2018
Xwepêşandan, polês, TOMA

Li Nisêbînê welatiyekî din jî hate kuştin

© AFP 2018 / / ILYAS AKENGIN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dîhayê ragihand ku welatiyê bi navê Hasan Dal bi bombeavêjê hate kuştin û jineke din jî hate birîndarkirin.

Nisêbîn — Li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derve di roja 6. de didome û hat ragihandin ku îro welatiyekî din jî ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin.

Li gorî nûçeya Dîhayê welatiyê bi navê Hasan Dal (45) dema li derê mala xwe bû bi bombeavêja polêsan ve bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin ku welatiyan Hasan Dalê birîndar ji ber astengiya polêsan nekarîne bibin nexweşxaneyê û ji ber vê sedemê Dal jiyana xwe ji dest daye.

Ji hêla din ve hat gotin ku dayika bi navê Gulê Tutak ku çend roj ewil polêsan kurê wê Yilmaz Tutak jî kuştibûn, bi guleyên polêsan ve hatiye birîndarkirin û wê rakirine nexweşxaneyê.

Bi vî awayî di nav 6 rojan de li Nisêbînê 3 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar in. 

Bi heman mijarî:

Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
Li Nisêbînê dayikeke din jî hat birîndarkirin
Li Nisêbînê welatiyek din jî hat birîndarkirin
Li Nisêbînê 2 kesên din bi guleyan birîndar bûn
Li Nisêbînê gelek kes hatin binçavkirin
Etîketan:
Yilmaz Tutak, Gulê Tutak, Hasan Dal, Nisêbîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de