15:08 12 Kanûn 2017
Zindî
    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar

    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 6. de dewam dike. Di nava 5 rojan de 2 kes di encama êrişa polêsan de jiyanên xwe ji dest dan, 12 kes jî bi heman rengî hatin birîndarkirin.

    Nisêbîn - Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan bi vî rengî ye:
    -    Roja 14ê Mijdarê danê nîvro, Faysal Çakar û kurê wî Cano Çakar ê 10 salî, dema ji mala xwe derketin derve, di encama êrişa polêsan a bi bombeyan de birîndar bûn. Ji ber dorpêçiya taxê, Çakar û kurê wî yê biçûk piştî bi saetan rakirin nexweşxaneyê.
    —   Roja 15ê Mijdarê, dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen dema bi keça xwe Sevcan a 9 salî û kurê xwe Fîkret ê 17 salî ji qatê dudiyan ê mala xwe dadikevin jêrê, ji aliyê polêsan ve hat kuştin. Zarokên Yeşîlmen ên birîndar bûn, Sevcan sewqî Amedê hat kirin, Fîkret jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
    -    15ê Mijdarê, ciwanê bi navê Yilmaz Tûtak ê bi hawara malbata Yeşîlmen ve çû, bi guleyên polêsên li kolana Çaxçaxê bi cih bûbûn, birîndar bû. Tûtak li cihekî nêzî mala malbata Yeşîlmen birîndar bû û ji ber êrîşa polêsan bi saetan ranekirin nexweşxaneyê. Dûre ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û ji wir sewqî Amedê hat kirin.
    -    15ê Mijdarê di encama teqîna guleya bombeavêj a li hewşa maleke teqiya, Abdulhakîm Aytîmûr birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
    —   Roja 15ê Mijdarê danê êvarê, jina bi navê Şîrîn Bîlgîn a derket şaneşîna mala xwe ya li taxa Devrîmê, rastî guleyên polêsan li nêzî Qada Newrozê bi cih bûbûn, hat. Bîlgîn ji pişta xwe ve bi guleya polîsan birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
    -    Abdulkadîr Yilmaz ê 65 salî yê şeva 15ê Mijdarê krîza dil derbas kir û bi ambûlansa piştî 3 saetan ji ber astengiya polêsan ancax xwe gihand malê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, ji ber ku li nexweşxaneyê doktor nebûn sewqî Nexweşxaneya Amedê hat kirin, lê li vir jiyana xwe ji dest da.
    -    17ê Mijdarê, welatiyê bi navê Abdulkadîr Dogan ê derket pêşiya mala xwe, rastî guleyên polîsên li kolana Çaxçaxê bi cih bûn, hat. Dogan ji lingê xwe birîndar bû, lê piştî bi saetan ancax karî rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Dogan ji vir sewqî Amedê hat kirin.
    -    17ê Mijdarê, dayikê 3 zarokan Halîme Guner (35) a li kolana Coşan a taxa Abdulkadîrpaşa derket pêşiya mala xwe, bû hedefa polêsên li kolana Çaxçaxê û ji lingê xwe birîndar bû. Guner rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
    -    Jina bi navê Fatma Kûlat a 42 salî li mutbexa mala xwe ya li qatê pêncan ê apartmanekê bû hedefa guleyên polêsan. Guleya polêsan li çenga Kûlat ket û bi giranî birîndar bû. Piştî ku Kûlat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, sewqî Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin.
    -    Êvara 17'ê Mijdarê, ciwanê bi navê Mehmet Aslan ê 19 salî ku ji kolana Mehmetçîk a taxa Yenî Tûran derbas dibû, bû hedefa êrişa polêsan. Aslan ê ji stûyê xwe bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Tê gotin ku rewşa tenduristiya Aslan xetere ye.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê dayikeke din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê welatiyek din jî hat birîndarkirin
    Li Nisêbînê 2 kesên din bi guleyan birîndar bûn
    Li Nisêbînê gelek kes hatin binçavkirin
    Nisêbîn - 'Şerê dijwar diqewime'
    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de