02:59 25 Mijdar 2017
Zindî
    Îran

    Îran: 'DAIŞ gihiştiye Kirmaşanê û bingeha çalakiyan ava dike'

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li gorî nûçeya kurdpress.com Fermandarê Hêzên Pasdar ên Îranê yê li eyaleta Kirmaşana Kurdistanê Nebî Ekremî û Fermandarê Hêzên Besîc ên li Kirmaşanê Behmen Rêyhanî diyar kirin ku komên DAIŞê gihiştine rojavayê Îranê û binesaziya çalakiyan ava dikin.

    Li gorî nûçeya kurdpress.com Fermandarê Hêzên Pasdar ên Îranê yê li eyaleta Kirmaşana Kurdistanê Nebî Ekremî diyar ku hêzên wan çend êrişên DAIŞê yên li Kirmaşanê pûç kirine û hinek endamên DAIŞê jî girtine.

    Ekremî herwiha got ku ji sînorên Îranê yên rojava û bakurê rojava hinek grûpên DAIŞê xwe berdidin nava Îranê û hewl didin ku ji bo çalakiyan bingehekê ava bikin.

    Fermandarê Hêzên Besîc ên li Kirmaşanê Behmen Rêyhanî duh li Kirmaşanê eşkere kir ku tîmeke DAIŞê ku dixwest êriş û teqînan pêk bîne, hatiye girtin; teqemenî, çek û posatên leşkerî û bombeyên digel wan jî hatine desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên rûsî yên herî pêşketî li Sûriyeyê ne
    Lavrov: Xistina balafirê wekî êrişa welat e
    Tahir Elçi: Selamet Yeşilmen bi fîşengeke balîstîk hatiye kuştin
    Li Erebîstana Siûdî şer: 2 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Rojhilata Navîn, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de